Çend gotin li ser “serokperestiyê” di rojbûna Evdila Ocelan de

Çend gotin li ser"serokperestiyê" di rojbûna Evdila Ocelan de

Başe 1: Ocalan jî Heval Elî bû lê çawa bû Serok Apo?!

Ger civaknasiya civakên Rojhilata Navîn were vekolandin, yek ji têgînên ku divê li ser were sekinandin divê peyva “perestin” be. Ji ber ku pirsgirêka perestiyê ji siyaset, jiyana civakî, fikir heya çalakiyan di gelek waran de bi bandor e. Yek ji mijarên herî hevpar a vê pîrozkirinê mijara “serokperestî” ye. Gava ku hûn di 4 ê Nîsanê de, ku wekî rojbûna Evdila Ocelan tê pîroz kirin li tiştê ku di çapemeniya PKK ê de tê, nivîsandin û wêne kirin dinêrin, yekem tiştê ku tê bîra we gotina “perestîya serok” e. Erê, li gorî şîroveyên PKK ê, Evdila Ocelan serkirdeyeke ku were perestin kirin. Çawa ku Xwedê xwedan 99 taybetmendî û nava ye, Ocelan jî xwediyê gelek nav û taybetmendîyan e. Mînak; Serok Apo, Rêber Apo, Rêberê Gelê Kurd, serokê gelên cîhanê, serokê gelên Rojhilata Navîn, serokê jinan, qasidê aşitiyê, rêberê ku Kurd ji tunebûnê xilas kirî, Roj a Kurdistanê, serokê vejîna Kurd, hêviya azadiya mirovahiyê û hê bêtir.

Kê ev sifate dane Ocelan? Bê guman, berî her tiştî, Evdila Ocelan bixwe û paşê jî PKK ew dane wî. Ango, ev taybetmendî gel bixwe nedane Ocelan. Tiştê ecêb ev e ku her ku Ocelan û partiya wî sernavek nû ji bo Ocelan diafirînin, bê guman bizanin ku lîstikên mezin dizivirin. Her ku navek nû tê dayîn, bi fermî hewl didin ku rastiyan bi mekyajê veşêrin. Ev pirsgirêka taybetmendî dayîna Apo, mijarek e ku ser deronîya mirov û civakê bandorek erênî çêdike. Hetta şirketên biskêt an deterjen bi danîna heman tiştî lê bi naveke nû di pakêtek nû de her çend salan navek din lê zêde dike, û gava ku hûn bikirin lê bi têgehek wek max, ultura, û hwd, Hûn ê kêfxweş bibin mîna ku we tişteke nû kirî û keşif kirî. Di heman demê de Ocelan jî serpêhatiyek 40 salan a guhertina navan heye. bi kurtasî em li vê serpêhatiya navên Ocelan binêrin.

Ji heval Elî heya Serok Apo

Evdila Ocelan di despêka damezrandina PKK ê de wekî her kesê ji xwe re navek kod dît û navê xwe kir Elî. Mîna her kesê, ew wekî rêheval Elî tê binavkirin. Wê demê Ocelan Sekreterê Giştî yê PKK ê bû. Heman dem kadro û rêveberên pêşeng yên PKK ê ji xwe re binav kirina “Apoçî” weke heqaret dibinin. Gava Kemal Pîr, endamê damezrînerê PKK ê, di 1981 an de hate girtin, ew ji dozgerî re dibêje ji me re nebêje Apoçî û dijî vê nasandinê derket. Kemal Pîr li dadgehê wiha dibêje: “Em ne Apoçî ne. Ji bo me reş bikin mirovan ev nav bi me vekirî ye. Navkirina me bi Apocîtî ji bo vê yekê ye ku me bi şexsekî ve bidin nasandin. Lêbelê, em ne girêdayî filan û bêvan kesekî ne. Tiştek wiha nîne ku ger Evdila nebe bizav jî nabe. Evdila jî weke me hemû a endamekî vê bizavê ye” Ango, kesên di nava PKK ê de ne tevlî Evdila Ocelan anjî partîya wî, nabin. Mirov ji bo Kurdistanê û evîna welat, tevlî dibin. Gelek endamên damezrîner ên PKK ê di zindanan de mirin, girtîgehan de man û li çiyayan jîyana xwe ji dest da. Ocelan dît ku wê demê rêya serokatiyê ji bo wî hate vekirin. Lê belê li pêşiya wî hin astengî hebûn, hin qadroyên kevin yên di PKK ê de may dîsa Ocelan weke sekreter didîtin û wisa nêzîk dibûn. Ew li dijî daxwaza Ocelan ya ku têde dixwest weke takekes bibe serokê partîyê bûn. di Kongreya 2yemîn a PKK ê de Ocelan tê rexne kirin, û kadro we difikirin ku Ocelan li gel derbê 12 eylûlê her kes hişt hundir de û ew bi sere xwe hate Sûriyê. Zewaca Ocelan û jiyana wî ya taybet jî bibû mijara nîqaşê. Ocelan bi xetera ku di Kongreyê de neyê hilbijartin re jî rû bi rû ma.

Dema ku rojeva hilbijartinê ya Kongreyê tê, Ocelan dixwaze zextê li mirovan bike û dibêje ku her kes li pişta kaxezê navê xwe binivîse. Semîr (Çetin Göngör), yek ji kadroyên çalak û pêşeng ên PKKê, li dijî vê yekê derdikeve û dibêje ku divê mirov neyê bindest kirin û ew ne nêzîk bûne ke demokratîk e. Semîr pêşniyar kir ku Ocelan nebe serokê partîyê û ev hewlene bûn sebeb ku sala 1985 li Elmanya ew bi destê sîxurên Apo were kuştin. Dîroka PKK ê di navbera 1980-1986 an de dîroka tasfiyekirina kesên ku nehiştin Ocelan bibe “Serok Apo” ye. Bi dehan kesên mîna Semîr û Enver Ata (Resûl) hatin kuştin. Yên weke Elî Heyder Qaytan û hin kesên din jî di kongreya 6emîn de hatin cezakirin û ji endamtîya PKK hatin dûrxistin. Ango, Ocelan hevalên xwe yên ku bi wî re dest bi rêwîtiya xwe kirin; pêşîya “Serok Apo” bûyîna xwe wekî asteng didît û ew yek bi yek tesfiye kirin. Piştî ku Ocelan her kesî tesfiye dike, ew di Kongreya 6 a PKK ê de sîstema sekreteriyê diguhere û serokatîya partîyê weke sazî tê qebûl kirin.

Ger rojekê kesek bixwaze rastîya çîroka dirûşma “Bijî Serok Apo” binivîse, divê ew li ser vê yekê jî binvîse ka Ocelan çawa  li ser xwîn û jiyana Saime Aşkın, Çetîn Gûngor bûye serok û hwd..  divê binvîse jî ka li Ewropa, Lolan û Bekaa di vê pêvajoya serok bûna Ocelan da çend kes hatine kuştin.

Her wiha di derbasbûna Ocelan ji serokatî bo rêber yê jî heman çîrok rû dide. Ocelan di sala 2000 de ji ber sekina xwe ya zîndanê di warê nebaşî de pir tê niqaş kirin. Gava rojekê di 2002 an de parêzerên wî diçin ba wî Ocelan ji wan re dibêje “êdî min tenê wekî serokê PKK ê nebînin, ez êdî li ser PKK ê da me, peyva serok xebatê min teng dike jiberku ez êdî rêber im.” Ev kurte çîrokên serokatî û rêberiya Ocelan e.

Dema ku em pêvajoyên serok bûna Ocelan tê rexne kirin,  mirîden wî dibejin ” gel ji bo wî xwepêşandan dike û xwe ji bo wî dişawitine”. Lêbelê, mirovên ku ji bo Ocelan dimirin û wêneyên wî hildigirin ne ci yê şanaziyê ne. Jiberku sedema vê yekê li Rojhilata Navîn nexweşiya serokperestî ye. Li dora Seddam Hisên jî mirov hebûn, lê em hemî dizanin ku Seddam ji bo bidestxistina vê serokperstîyê çiqas kes kuşti bûn. Her wiha Ocelan ji bo ku di çavê Kurdan de were perestin gelek hevalên xwe kuştin û li ser xwîna wan Apocîtî afirand. Hevkêşa ya serok bûnê hew qas hêsane.

Ocelan piştî ku nav PKK’ê de tevahî alternatifên ku li ber rêya taka zilambûna wî astengî çêdikirin tune kirin êdî mabû ku xwe ji boy gel bide qebûl kirin. Pevajoya ku Ocalan ji boy gel bibe serok hêşta tevlîheve.

Beşa duyemîn: Ocelan çewa xwe wek xwedê dît û got min ji peygambera jî derbas kirîye.

Pustên heman beş