Amerîka: Divê Esed bê cezakirin!

Amerîka: Divê Esed bê cezakirin!

 Wezareta Derve ya Amerîkayê di salvegera kimyabarana ser Xan Şêxûn a Sûriyê daxuyaniyek belav kir û tê de got, divê Beşar Esed ji bo tawanên ku li Sûriyê kirine bê cezakirin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di 4emîn salvegera kîmyabarankirina bajarê Xan Şêxûnê yê Idlibê de ragihand, divê rijîma Esed li ser vê tawan û êrîşa ser bajarê Dûma ya gundewarê Şamê bê cezakirin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha daxwaz ji civaka navdewletî jî kir, berpirsyariya xwe ya li hember tawanên şer ên li dijî mirovatiyê yên li Sûriyê çêbûne bicih werîne.

Pustên heman beş