Beşê 2: Çîroka Serokbûna Abdullah Ocalan
Em nivîsandina bîranînên pîrozbahiyên rojbûna serokê PKK ê Evdila Ocelan berdewam dikin. Ya rast eve ku komek milîtan li dora PKK ê kom dibin û van pîrozbahiyan dimeşînin, ev jî nîşanên nexweşiyek civakî raberî me dike. Ji ber ku şêwazê pîrozbahiyan tiştek anormal e. Mirovên kal-pîr ên ku tu carî kêka xweya rojbûnê ker nekirî û rojbûna wî nahê bîra wî lê, beşdarî vê şahiyê dibin. Diçin gundê Evdila Ocelan û diçin bexçeyê bavê wî. Her kes axê ji baxçe digire û maç dike, hinek kes dixwen û piranî jî vê axê dixin nava kîsa û dibin malên xwe. Ew tayên darên baxçê Ocelan digirin, li malên xwe didliqînin. Nava vê seremonîya terîqata Apocîde kesên ku secdê vê axê dikin û maçdikin û digirîn jî hene. Ew nexweşî ya em qala wê dikîn eve. Ji bo kesekê ku hê dijî ev pîrozbahî kirin, kevneşopiya herî paşdemayî ya Rojhilata Navîn e ku xwe dubare dike. Di çaxên berê de xelkê rojhilata navîn ji helawaya di destê xwe de pûtek çêdikir û piştre jî îbadet ji bo wê put ê dikir. Niha jî axa gundê Ocelan xwarin, serê xwe dakirin ji nîşana heman kevneşopî ya Rojhilata Navîn e.
Wekî din, bi qasî ku em dizanin, rojbûna Evdila Ocelan ne 4 Nîsan ê ye. Heman dem ji 2004 heya nûke li ser van pîrozbahiyên rojbûna Apo 2 kesa jîyana xwe ji dest daye bi dehan kes jî birîndar bûne û bi sedî jî hatine girtin û dadgeh kirin.
Yekem pîrozbahiya rojbûna Ocelan di 1996 de li Şamê dest pê kir. Komek jinên ku bi Ocelan re dimînin rojbûna wî ji wî dipirsin, Ocelan dibêje “10 ê Nîsan ê li ser nasnameya min hatîye nivîsan, lê ez rastiyê nizanim, lê dibe ku bihar be.” Ew kadroyên jin xelet fêm dikin û 4 ê Nîsanê weke rojbûn pîroz dikin. Weke din, dîroka rojbûna Ocelan bi qasî naveroka pîrozbahîyê çewt e. Lê Ocelan dibîne ku jinên dora wî hez dikin rojbûna wî pîroz bikin, û bûyer didome. Lê ev yek di nava gel da belav nebibû. Ocalan ji 2002 an û vir ve di hevdîtinên bi parêzerên xwe yên li Îmraliyê re rojbûna xwe dixe rojevê û dibêje divê dar werin çandin û Her tişt bi vî rengî dest pê dike. Ocelan di 2003 an de ji îmraliyê, dibêje ez ne serok im, ez rêberê kurdan im, min bi serokatîya partîyekê ve sînor nekin û ji niha pêve di hemû axiftin û nivîsan de bibêjin Rêber Apo. Ango Ocelan li Îmraliyê sernavên nû yên serokatiyê girtiye.
Lêbelê, ev bûyera rêber bûyînê bi bûyerên hêsan ên weke kurteya ku me pêşkêş kirî pêk nehatîye. Ji ber ku pêvajoya “pêşkeşkirina Evdila Ocelan wekî rêberê gelê kurd” pêvajoyeke ku li derveyî Ocelan hatîye sînaryo kirin. Belê, ev pêvajo hate sînaryo kirin. Di sînaryo yê de derhêner dewleta tirk a kûr û aqilê wa ye. Gelo Çawa çêbû? Bi vî awayî:
Piştî nîvê sala 1980 an, ji bo Kurdan pêvajoyeke nû dest pê kir. Pêvajoya Enfalê ku ji hêla Seddam Huseyîn ve li dijî Kurdan hate destpêkirin ne tenê li başûrê Kurdistanê li çar perçeyên Kurdistanê bandoreke mezin çêkir. Tirkiyê êdî dizanibû ku êdî “Rim nakeve nava Tirkiyê de û jê derdikeve. Tirkiyê dizanibû, rewşa başûr dê hestên nijatperwerên Kurd gur bike. Dizane ku nikare pêşî lê bigire encax dikare serderîyê ligel vê pêla netewperwerî bike. Dagirker xwedan ezmûnek kolektîf a bihêz e. Dagirker xwedî tecrûbekî mezinin, wan ceribandiye ku dinava ew gelê wan dagirkirî de hinek kes dê bikarin vê şolê kontrol bikin. Pêwîst bû Tirkiye şûna Hereketa Azadiya Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê ya derveyî kontrola xwe; yeke nû biafirîne. ji bo vî karî lazime serokek populer were xuliqandin. Ew jî Evdila Ocelan ne.
Piştî sala 1988 an, Komara Tirkiyeyê Evdila Ocelan, bi destên xwe bi civaka Kurdistanê da nasandin. Heya wê demê, mirovan yek an du wêneyên Ocelan li ser rûpelên rojnameyan de dîtibûn. Kesê Ocalan nas nedikir. Lê di navbera 88-89 an de, rojnamevanên navdar ên Tirk ên wekî Mehmet Ali Birand, Cengiz Çandar û Dogu Perinçek çûn Lubnan ê. Ocelan behsa jiyana xwe dirêj, dirêj dike. Ango, dewlet Tirk Ocelan bi gelê Bakûr da nasîn. Piştra, Yalçîn Kûçik vê yekê didomîne. Pirtûka ku Ocelan têde jiyana xwe vehandî navê wê “Çîroka Vejînê” ye. Navê pirtûkê bi baldarî hatiye hilbijartin. Ji ber ku dewleta Tirk li ser civaka bakûr weke ku ” Ocelan kalikê Kurdane, ger Apo nebûya wê Kurd nebûna” farzkir. Mixabin, ev têgihiştina Tirkiyeê û PKKê bi hevre afirandî, serketî ye.
Hin mirovên Bakurê Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku ger Evdila Ocelan nebûya, Kurd jî li Rojhilata Navîn tune bûn. Tu kes nebêje, dema ku Evdila Ocelan endamê Komela nejadperestên Tirk (Ûlkû ocaklari), partiyên li Bakurê Kurdistanê, mîna DDKD, bi deh hezaran kes ve, xwepêşandan li dar dixistin. Li hemû perçeyên din jî tevgereke Kurdî heye, wekî PDK ê li her perçeyekî rêxistinek cidî hebû. Lê pir bi zanebûnî weke ku berîya Apo çi partî û rêxistin li Kurdistanê nebûn tê propagande kirin, ji bo ku têgeheke weke “Kurdatiyê bi Ocelan re hate despêkirin” biafirînin. Gava ku tê pirsîn çima hûn 4 ê Nîsanê bi rengek fanatîkî pîroz dikin, Apoçî dibêjin: Serok Apo Kurd ji windabûnê xilas kir, Kurd zindî kir, ji ber vê yekê em rojbûna Ocelan wekî rojbûna hemî Kurdan, hemî jinan û hemî gelên Rojhilata Navîn dibînin ”.
Di tevahiya van pêvajoyan de, Ocelan jî hewlek mezin da ku wekî rêberê Apo were qebûl kirin. Beriya her tiştî, wî çîroka jiyana xwe ji nû ve “li ser sînaryoya serokbûnê” nivîsand. Evdila Ocelan çi ji destê wî hat kir ku xwe wekî kesayetiyek awarte-Îlahî nîşan bide. Bi rastî, bûyerên ku ji hêla her zarokek Kurd ve ku li gundekî Kurdistana 1950-an dijî dikare were jiyîn, di dîmenekê de têne vegotin, lê Ocelan derbara ji dayik bûna xwe de vegotinên mîna vegotinên jiyana pêxemberan di çîroka jiyanê de hatine çêkirin bas kirin. Heke Ocelan bigota weke Musa ez li ser çemê Firatê di nava zembîlekê hatî me, da weke Çîrokên pêxemberan temam biba. Ocelan negot ku ew bi zembîlekê di çemê Firatê de hatîye, lê wî xwe şiband xwedayên Greek a. wî got ku ew Prometheus e, wî got ku min xweda çareser kir. Wî bi vegerandina gotinên bibandor ên gelek feylezofa restore kir û bi vî şêwazî xîtabî girseyan kir. Ji ber ku gelê Kurd ronesansa xwe bi xwe çênekiri bû, ew fikrên ku Ocelan ji van kesên din fêr bûyî û wekî ku Ocelan ew bi tena xwe afirandi ne, tê nîşandan. Mixabin, gelek xebatên dîrokî, siyasî û çandî yên li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi zaravayê Soranî yan Kurmancî bi alfabeya aremî hatî nivîsandin, ji hêla gelê Bakurê Kurdistanê ve nehatin xwendin. Ev bû sedem ku li Bakur, Apo weke nivîskar û dîroknas were dîtin û were qebûl kirin.
Bi vî babetî em fêm dikîn nezanîna dîrokê çi qas dijware li ser mirov. Gotinek pêşiyan a Africa dibêje: “Ger şêr çîrokên xwe nenivîsin, neçar dimînin ku guhdariya çîrokên nêçîrvanan bike” Mixabin, em niha guhdarî çîrokeke ku Ocelan û dewletê nivîsandiye, dikîn. Rewşenbîrên Kurd di derxistina van pirsgirêkan de rolek baş nelîst.
Ev nivîsa me ji bo kesên ku bixazin li ser civaknasîya dora Ocelan kom bûyî lêkolîn bikin weke sererêzekê ye. Wekî din, pêwîste ew civaka serokperest ya ku li dora Ocelan kom bûyî û pisgirêkên wan di nava civaka Kurda xuliqandî baş were vekolandin.