Hat ragihandin ku rejîma Sûriyê ya bi seroktiya Beşar Esed piştî şer û krîza navxweyî ya 10 salan bi rêya Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad nameyek ji bo danûstandina rasterast ligel wan bê kirin ji welatên Ewropayê re şand.
Li gorî rojnameya Şerq El-Ewset belav kiriye, di nameyê de behsa destpêkirina diyalogên rasterast tê kirin, lê belê welatên ewropî bersiva wê nameya Feysel Miqdad a bi awayekî ne eşkere hatiye şandin nedane.
Li ser nameya ku Şam daxwaza dîyalogê ligel Ewropayê dike, Berpirsê Ewlehiyê û Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Joseph Borrell bersiveke ne yekser daye û gotiye: “Heke hikumeta Sûriyê gavên rast di rêgeha rast de avêt, em ê hemû bersivê bidin da ku em bigihîjin ‘Sûriya nû’. Heta ku xebatên derbasbûna qonaxa çareseriya siyasî li Sûriyê pêk neyên, dê ferzkirina cezayên aborî dewam bike, asayîkirina têkiliyan li ser tu astan wê pêk neyê û em ê piştigriyê nedin xebatên jinûve avakirinê.”
Herwiha tê gotin, piştî vê bersiva Joseph Borrell ku helwesta fermî ya YEyê li hember rejîma Sûriyê nîşan daye, wê careke din Feysel Miqdad bi hêsanî bangeke bi wî awayî ya dîyalogê li Ewropayê neke.