Parlamenterê berê yê HDPê Ehmed Yîldirim ji boy rojava Kurdistanê çi dibêje?!

Parlamenterê berê yê HDPê Ehmed Yîldirim ji boy rojava Kurdistanê çi dibêje?!

Her du parlamenterên HDP Leyla Gûven û Ehmed Yîldirim civîneke çapemenî sazkir. Di vê civîna çapemeniyê de rojnamevanekî kurd ji Ehmed Yîldirim dipirse “li ser rojava xeterî heye an na” Ehmed Yîldirim bersivê bi nêvî dide û pişt re bas li hin pirsên tevlîhev û dûr ji pirsyarê dike.

Di civîneke çapemeniyê de Ehmed Yîldirim rastiya aydolojiya PKKê xist ber çavên tev kurdekî û eşkere kir nabe bi ti awa ji Rojava Kurdistanê re bê gotin Rojava, jiberku niha li wir federasyonek heye û navê wê derê ji boy bakurê Sûriyê guherandiye û qebûl kiriye.

Ehmed Yîldirim ragihand, niha hêzeke bi tenê wir nameşîne belku hêzên demokratîk a Sûriyê wir birêve dibe, yên di vê hêzê de cî digrin rêxistinek bi tenê nîne, neteweyek bi tenê jî nîne, di nava vê hêzê de kurd, Ereb, Ermen û Sûryanî hene, her kes ku bixwaze li Bakurê Sûriyê tevlî vê hêza Sûriya demokratîk bibe dikare tevlî bibe û ez bawerim derî jêre vekirîne.

Di beşeke din a axaftina xwe de Ehmed Yîldirim ragihand, her kes dikare li gorî îradeya kurd, Ereb Sûryanî û Ermeniyan li bakurê Sûriyê xwedî derkeve û wê derê biparêze, lê dibe her kes li gorî wê peymana di nêvbera gelan de dirust bûyî kar bike û tevlî vê hêzê bibe, dibe bi vê esasê pêşmergeyên roj jî tevlî vê hêzê bibin û bakurê Sûriyê biparêzin.

A ku Ehmed Yîldirim bas dike, stratejîya “Biratiya Gelan”e ku li îmraliyê bi destê Ocelan û Mîta tirkan ji boy dûr xistina kurdan ji niştmanperweriyê û fikarên azadkirina Kurdistanê hatiye dirust kirin, Biratiya ku têde kurd weke kole tên dîtin, li ser vê esasê jî weke tê zanîn bi ti awa pêşmerge beşdarî ti hêzên bi vî awa nabe, jiberku her kes dizane pêşmerge ji bo azadiya kurd û Kurdistanê hatiye hebûnê, pêşmerge ji boy azadiya Kurdistanê nebe ji boy ti kar û ecîndayek din xebatê nake, her eve ku bûye sedem rê bi pêşmergeyên roj neyê dayîn vegerin Rojava Kurdistanê, ji ber ku hem PKKe û hem ew dewletên bi rêya PKKê pêşiyê li vegera pêşmergeyên roj digrin vê rastiyê baş fêm dikin.

Bi vê daxuyaniya Ehmed Yîldirim rastiya aydolojiya gemar ya PKKê li her çar perçeyên Kurdistanê tê dîtin, ger Ehmed Yîldirim û PKKe rast dibêjin û ewqas wêrek û dilsozin bila ji kerema xwe bêjin pêdivîye navê Tirkiyê were guhertin, jiberku Tirkiye bi wateya erdê Tirka tê û li Tirkiyê neteweyên din yên weke kurd û hin neteweyên din jî hene.

 

Pustên heman beş