Îranê navê berpirsê êrîşa ser tesîsa nuklerî ya Natanzê ragihand

Îranê navê berpirsê êrîşa ser tesîsa nuklerî ya Natanzê ragihand

Televîzyona fermî ya dewleta Îranê IRIB navê kesê ku êrîşê tesîsa Natanzê ya nuklerî kiribû ragihand. Li gor ragihandina televîzyonê kesê ku karê êrîşa tesîsa Natanzê ya li bajarê Esfehanê kiriye Reza Kerîmî ye.

Di nûçeyê de hat gotin ku Reza Kerîmî berya bûyerê, ji Îranê reviyaye û çûye derveyê welat. Bo bêgirtin xebata Îranê ya qanûnî dewam dike.

Êrşa ser vê tesîsê di 11ê meha nîsanê de çêbûye û zirarek mezin gihandiye vê tesîsa nuklerî ya Îranê, hinek ji bisporan radigehînin ku bi vê êrîşê Îran 8 mehên din nikare weke pêş niha di vê tesîsê de kar bike, Îran vê êrîşê weke êrîşa terorîstî binav dike.

Pustên heman beş