Çima Li Bakûrê Kurdistanê Sîyaset Xetimîye?

Çima Li Bakûrê Kurdistanê Sîyaset Xetimîye?

Herkesê rewşa sîyasî û pêvajoya bizava Kurd li Bakûrê Kurdustanê bişopîne baş dizane kû îro ev bizav ne di rewşek baş û rast de dimeşe. Piştî zêdetir ji şêst salan xebat û tekoşîn, paşî zêdey 50’î sal şer û xwînriştin, wêran bûna bi hezaran gund, mirina bi dehan hezar mirov û koçber bûna bi milîyonan Kurdan, gelo îro destkeftên Kurdan çine? Daxwazên Kurdan çine ? Hêvî û çaverîyên Kurdan çine? Gelo piştî evqas berdêl û keda û fedekarîya gelê Kurd mirov dikare bêje Kurdan tû serkeftin bi destxistine an jî çareserîyek ji pirsgirêka Kurd re dîtine?

Piştî evqas xebat îro hêj zimanê Kurdî qedexeye, asimilasîyon bi rengekî xerabtir ji caran didome, keç û xortên Kurd li gor derbaz bûyî gelek kêmtir bi zimanê dayîkê xeber didin, Kurdên koçberî metrepolan bûne roj bi roj zimanê dayîkê ji bîr dikin, çand û keltûra Kurdan ber bi tûne bûnê diçe, civaka Kurd bi giştî di rewşek derûnî, abûrî û sîyasî gelek xerab de derbaz dibe, ev û mirov dikare nîşanên ev rewşa xerab hêj zêde bike, xalên nerênî û nebaş nîşan bide, bi kurtî meşek ser berjêr heye, rewşa Kurda bi tevayî ber bi xerab bûnê ye, tevayî berjengên xerabûnê xwe didin nîşan.Lê sexmeratî vê çendê kes van rastîyan an jî sedemên van rastîyan nîqaş nake, weke ev rewiş ne rewşa Kurdan be, hind Kurd dûre dûre vê rewşê dişopînin, lê ev rewşa gelê Kurde li Bakûrê Kurdistanê, ev rewşa nîvîya Kûrdistana mezine , lê pirsa sereke di vir de eve gelo çima rewiş bi vî rengîye? Çima kes van rastîyan weke tê xwestin nîqaş nake?

Bi rastî ev rewiş bi tenê nivîsekê nahê bersiv dayîn û mijara pertûkek berfirehe, lê emê livir bi kurtahî sedemên sereke yên vê rewişê li vir bidin dîyar kirin.

1- Li Bakurê Kurdistanê ji dervî dewletê, hêz û derdorên Kurd ên kû liser rojeva Kurda kar dikin dû xet, dû alî hene, alîyekî kû liser pirsa Kurd û Kurdustanî kar dike û li xeta Netewî xwedî der dikeve, îro li derdora rêbaza Barzanî kom dibin, alîyê din kû zêdetir li derdora PKK’ê û çepên Tirk kom bûne weke rêkxistin li nav civaka Kurdin lê weke xwastek tû xwastekên Kurd û Kurdustanî nîne, herçiqas ev her du enî li dijî hevin, bi sîyasî û îdeolojîk ji hev cûdane lê mixabin îro ev her du enî jî liser pirsa Bakûrê Kurdistanê bê sitratejîne, tu vizîyonên wan bo demapêş nîne, tû çareserî ji bona pirsa Kurd bi wana re nîne, bi kurtî ew bi xwe bêçare û xetimîne ji ber vê çendê ew nikarin tû nîqaşek ciddî liser pirsa Kurd li Bakûr pêşda biben. Ew bi xwe sedemê xetimîn û bêçare bûna pirsa Kurdin li Bakûr, ji ber vê yekê ew naxwazin tû nîqaşek ciddî li Bakûr çêbibe ji ber kû ev her dû hêz ewê bi bin armanca rexneyan, her kesê kû bi xwaze li çareseryekê bi gere bo Bakûrê Kurdistanê divê ji çerçovê hizir û vîzîyona van her dû alîyan derkeve, eger na nikare tû çareserîya pêş bixe. Bi watayek din ev her dû hêz kû îro weke hêzên çareserî tên dîtin mixabin ew bi xwe sedemê xetimînê ne. Di rewşek weha de berjewendîyên van alîyên sîyasî naxwazin tû nîqaşên ciddî bên kirin, û civakê tenê bi mijarên rojane û nesereke mijûl dikin, tû mijarek ciddî nakeve rojevê.

2- Li Kurdistanê bi tevayî û li Bakûr bi teybetî Rewşenbîrên Kurd weke xetek serbixwe û hêzek netewî tûnene, rewşenbîr li Bakûrê Kurdistan nema weke kesatîyên netewî serbixwe dikarin bibin xwedî helwêst û birîyar kû bi karibin li pirsên netewî xwedî derkevin, rewşenbîr û kesatîyên xwedî bandor tev weke kadiroyên partîyan an jî alîgirên hêzên sîyasî parbûne. Bi vê rewşa niha ne rewşenbîr ne jî kesatîyên navbirî nikarin tûcarî pirsên netewî derxin pêşîya berjewendîyên partî û guruba. Herçiqasî rewşenbîr ji partî û alîyên sîyasî cûdatir jî bi fikirin ew nikarin dema pêtivî helwêst li hember alîyên sîyasî wer bigirn an jî xwestekên partîyan red bikin, wate cûda bûn di navbera rewşenbîr û kadiroyên partîyan de ne maye, ev rewşek tirajîke, di rewşa heyîde çîna rewşenbîrên netewî li Bakûr bê bandor maye û nikare ji xeleka partîyan derkeve, ji ber vê çendê jî nikare ji dervî rojeva partîyan tû rojevên cûda nîqaş bike.

3- Di cîhana Gilobal de rola çîna gen û xort li herderê cîhanê derketîye pêş, ji bona civaka Kurd jî ev çîn rolek mezin dilîze û pêtivîye ev çîn bi be xwedî rol di pêşkêşîya Bizava Netewî ‘de lê mixabin ew kesên kû niha di serkêşîya partîyên Kurdan de cih girtine rê nadin genc û lawên Kurd bi bin xwedî bandor. Ji tirsa wenda kirina desthilat û ji dest dana pêgeh( konum ) a xwe kesên por sipî naxwazin rê li pêşîya gencan vekin. Ger di warê hizir û ramanê de ger warê teknelojî û rêvebirinê de îro li cîhanê çîna genc xwedî zanîyarî û perspekîfên nûye kû kesên bi temen ( pîr ) ev îmkan nîne, ji ber vê çendê di civakên pêşketî de rolê xortan di her warîde bi taybetî di warê sîyasî ‘de zêde dibî, lê mixabin di civaka Kurd’de ev mijar berevajî di neşe. Li Bakûrê Kurdistanê rolê xortan gelekî lawaz, gelekî şûndeye. Vê pirsê bandorek mezin liser wê çendê heye kû hizrên nû, ramanên hemdemî û çareserîyên pêşketî nema di nav pirsa Kurd de peyda di bin. PKK’ weke hêzek xwedî bandor li Bakêrê Kurfistan hertim liser xortan kar dike, lê tûcarî rê nedaye hizir û ramanên xortan, hizir û ramanên nû di nava bizava Kurd de pêşda biçin, ne li nava PKK’ê ne li dervî PKK’ê rê nadaye kesên xwedî hizir an jî hoşmend çê bibin, di hizra PKK’ê de xort tenê ji bona cîbicî kirina hizrên serdarên PKK’ê pêtivîne, xort di nav refên PKK’ê de tenê amûrên( aletên ) meşandina karin, û rê nade xort di tû projên hizrî û ramanî de xwedî rol bin. Ji dervî PKK’ê alîyên din jî di vê mijarê de ne cûdane. Partîyên heyî liser navê hind kesan hatine tapo kirin heya mirinê liser karin rê nadin xortên teze liser şanoya sîyasetê an jî di meydanên dinî jîyanê de derkevin.

4- Tevayîî van sedeman nebûna kesên serkirde û serkêşên xwedî bandor û hizrên nû kû bi karibin hem civakê hem jî bizava sîyasî- rewşenbîrî ji vê xitimînê rizgar bikin. Herweha çendîn sedemên civakî- sîyasî bizava Kurd li Bakurê Kurdistanê gehandîye xitimînek xwerab kû roj bi roj rewiş ber bi xerabtir ve diçe. Di nava civaka Kurd de bê hêvî bûn zêdetir di be, hêvîyên çareserîya pirsa Kurd lawaz di bin, xemsarî û xaflet li hember çarenivîsa gelê Kurd zêdetir di bin.

Kes nikare li hember vê rewşê xwe heq û alîyek din berpirs bi bîne, ev rewiş ne rewşek normale , ê kû ji vê rewşê zirarê di bîne tenê alîyek an jî hêzek sîyasî bi tenê nîye, tevayî bizava Kurd ji vê zirarê di bîne, û çarenivîsa doza Kurd di keve rewşek metirsîdar, tû Kurd ji vê rewşê feyde nabîne û tenê alîyê kû ji vê çendê feyde di bîne dewleta Kûr û dezgehên dagîrkerin. Dewlet roj bi roj asimîlasîyonê pêşda di be, hêvîyên Kurda paş di be, ji bona Kurd û Kurdistanî bûnê ji bîra Kurdan bibe tevayî dezgehên tarî, medîya û dezgehên şerê teybet di kar dene, ev xitimîn û rewşa xerab zemînê herî başe bo cî bi cî kirina sîyasetên şoven liser civak û kesê Kurd.

Pustên heman beş