Hikûmeta Erebistana Sûdiyê radigihîne ku pirsgirêka sereke ya me û wilatên Rojhilata Navîn tedaxulên rejîma Îranê ne di navçeyê de û Îran piştevana sereke a terorîzmê ye.
Pirens Mihemed Bin Selman, cênişînê paşayê Sûdiyê, serê sibê ya îro roja çarşemî 28.4.2021an, di gotubêjekî de bi medyaya Al-Arabe ye tevî ku ragihand Îran wilatekî cînarê me ye û me pê xweşe bi aştî dirêjahiyê bi têkiliyên xwe bi Îranê re bidin û ragihand: “pirsgirêka sereke ya me bi Îranê re, tedaxul û piştevanîkirina vî wilatî ye li terorê ku ez hêvîxwazim ev pirsgirêke nemîne û wilatên navçeyê bikarin bi Îranê re berdewamiyê bi têkiliyên xwe bidin”.
Bin Selman berdewam kir ku Rîyaz rê bi hebûna milîsên terorîstî yên Hûsî yên bi ser Îranê li sînorên Erebistanê nade.
Her wiha derbara têkiliyên Erebistanê bi Amerîkayê re got: siyaseta derve ya me li gor berjewendiyên Erebistana Sûdî ne û Amerîka ji me re hevpeymaneke stratejîk e.