Şêwirmendê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Kerîm Esad Ahmed Xan, do encama raporta Tîma Vekolînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNITAD) ji Civata Ewlekarîyê re pêşkêş kir û diyar kir, kiryarên DAIŞê yên dijî Êzîdiyan jenosîd e.
Li gor raporta NYê: Tîma UNITAD bi berfirehî vekolîna kiryarên xerab ên dijî Êzîdiyan kir. Ji karbidestên Iraqê, Herêma Kurdistanê û NGOyan wî welatî bi hezaran daxuyanî û dîdevanî tomar kirin. Ez dikarim bêjim ku delîlên zelal û pêbawer hene ku tawanên dijî Êzîdiyan, digiheje asta jenosîdê.
Herwiha Xan da zanîn, tîma wan analîzên kompîtiran, tomarên deng yên telefonan, teknolojîya nasîna rûyan (facial recognition) û pêdaçûn û lêkolînên forenzîk gihîşte wê encamê.
Di berdewamiyê de Xan destnîşan kir: Pêlg û delîlên ku me civandin piştrast kirin ku DAIŞê ji kiryarên tuneker ên wek kuştinkarî, destdirêjîya seksî, êşkence, kolekirin û tawanên din ên şer û dijî mirovahî yên ser Êzîdiyan berpirs e.
Herî dawî Xan eşkere kir, xebata wan wê bibe alîkar ku endamên DAIŞê ji bo tawanên ku li Iraqê hatine kirin, li dadgehên navnetewî werin darizandin.