Sedema operasyonên dewleta tirk hebûna PKKê ya li Kurdistanê ye…

Sedema operasyonên dewleta tirk hebûna PKKê ya li Kurdistanê ye...

Bi dehan salan e ku operasyonên Dewleta Tirk di sînorên dewleta federe ya Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de didomîne. Di van rojên dawî de jî operasyoneke gelek xurt ya reşayî û hawayî di sînorê Dewleta Federe ya Kurdistanê de destpêkiriye û didomîne.

Loma jî di derbarê sedemên operasyonên Dewleta Tirk de û riya pêşiya van operasyonan dê çewa bê girtin, tê niqaşe kirin.

Di mijarê nêrînê cihê hene.

Bi taybetî jî hevalbendên PKKê yên vekirî û bi dizî, rola PKKê di operasyonên Dewleta Tirk de vedişêrînin.

Beşek kurdperwer jî, ji ber hîsên xwe yên heq li dijî Dewleta Tirk ya kolonyalîst rastiyê nikarine tespît bikin. PKKê jî ji vê yekê sûd werdigre.

Ji pirsgirêkê re pêşniyarên çareserî jî nayên pêş kirin.

Min di vê mijarê de gelek nivîs bi kurdî û tirkî nivîsand. Ez di ev nivîsa xwe de dîsa  dixwazim di derbarê vê mijarê de tespît û pêşniyarên xwe pêşkêş bikim. Ez nêrîn û tespît û pêşniyarên xwe di ser belavoka 5 partî-rêxistinên Kurdistanê de dixwazim pêşkêş bikim.

5 partî-rêxistinên Kurdistanê derbarê operasyonên Dewleta Tirk li Başûrê û Rojavayê Kurdistanê de belavokek belav kirin.

BELAVOKA 5 PARTÎ-RÊXISTINÊN KURDISTANÊ…

5 partî û rêxistinên Kurdistanê di belavokê de dibêjin:

“Em ji êrîş û dagirkerîya dewleta Tirk ra dibêjin na

Ev çend sal e ku Dewleta Tirkîyeyê li sê parçeyên Kurdistanê şerekî tund û dagîrkerane dimeşîne. Di serî de hewceyî gotinê ye ku ev şerekî ne rewa ye û dagîrkerî sûcê li dij mirovahiyê ye. Di heman demê de ev şer ne hiqûqî û ne jî qanûnî ye. Ev şer ji bo têkbirina destkeftîyên sîyasî yên kurdan e û ji bo pêşîlêgirtina têkoşîna azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê ye.

Li Rojhilata Nêzîk û Navîn bûyer û pêşhateyên siyasî yên ku bandora wan a bi hêz li ser tevgera rizgarîya Kurdistanê heye, bi lez û bez diqewimin. Êrîşên dewletên dagîrker û neyarên azadîya Kurdistanê roj bi roj berfirehtir dibin.

Dewletên dagîker yên Kurdistanê ne tenê di beşekî Kurdistanê de, lê li seranserê Kurdistanê dijminê tevgera rizgarîxwaz, azadî û destketîyên gelê kurd in. Ji bo pêşîlêgirtina tevgera azadîxwaz ya neteweyê kurd û nehîştina destketîyên neteweyî bi hemû hêzên xwe ve hewl didin, hevkarîya hevûdin dikin û di navber xwe da peyman imza dikin.

Dewleta tirk, ku li ser înkarkirina neteweyê kurd û gelên din ava bûye, ji damezirandina xwe û heta îro karên jenosîdal pêk tîne û siyaseta bişavtinê li ser gelê kurd dimeşîne. Ji bona vê armancê jî ne tenê li Bakurê Kurdistanê, her wisa li seranserê Kurdistanê jî sîyaseta dagîrkerîyê bi rê ve dibe. Dewleta tirk êrîşên hovane dibe ser Başûrê Kurdistanê û bi vî awayî jî hiqûqên navneteweyî binpê dike. Û ev êrîşên bi vî awayî bêtîrî 30 sal e berdewam in.

Dewleta tirk hertim hebûna bingehên PKKyê li Başurê Kurdistanê ji bo êrîşên xwe wek sedem nişan daye û dide. Lê rastî ne wisa ye. Rastî ev e, ku li Bakurê Kurdistanê şerekî ku PKK li dijî Dewleta Tirkîyeyê dike nemaye, lê dewleta tirk bingehên PKKyê wek hêncet bi kar tine û armanca wê a sereke dagîrkirina Başurê Kurdistanê, binpêkirina serwerîya Hikumeta Kurdistanê, têkbirina federasyonê û pêşîlêgirtina dewletbûna neteweyê kurd li Başurê Kurdistanê ye. Ji bo gihîştina van armancên xwe yên kirêt, li Başûrê Kurdistanê bingehên leşkeri yên mayînde ava dike. Hêjmara bingehên leşkerî yên dewleta tirk li vî beşê Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibin. Aşkere ye ku PKK jî bi hewldan, siyaset û çalakîyên xwe yên li Başûrê Kurdistanê rê ji vê siyaseta dewleta tirk ya êrîşker û dagîrker re xweştir dike.

Dewleta tirk ne tenê li Başurê Kurdistanê, her wisa li Rojavayê Kurdistanê jî siyaseta dagîrkerîyê bi rê ve dibe. Her roj bi bahaneya YPG-PYDyê êrîş dike li ser navçeyên Kurdistanê, ku ew bi destê gelê navçeyê tên birêvabirin. Bi alikariya nokerên xwe yên îslamîya tundrew demografyaya Rojavayê Kurdistanê diguherîne. Armanca dewleta tirk a sereke têkbirina destketiyên kurdan e, pêşîlêgirtina avakirina korîdora kurd ya Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye.

Dagîrker ne tenê dewleta tirk e. Dewleta Suriyeyê jî yek ji dagîrkerên Kurdistanê ye û ew jî wek dagirkerên din dijminê azadiya Kurdistanê ye, neyarê destketîyên neteweyê kurd e. Ev yek sedemê bingehîn yê şer û pevçûnên dawî yên li bajarê Qamişlo, ku di nav HSD, artêş û grûbên çekdar ên girêdayî bi dewleta Surîyê ve rûdaye. Navçeyên ku dewleta Suriyeyê têda nîn e, dikeve ber êrişên dewleta tirk, navçeyên ku ne di destê tirkiyeyê da ne dikeve ber êrişên dewleta Suriyeyê. Her du dewlet jî, li ber çavê Amerîka û Rûsya`yê û ji bêdengîya raya giştî îstîfade dikin û cesaret distînin ji bo êrîşbirina ser miletê Kurd.

Li gor bîr û bawerîya me, kurd dikarin pêşî li êrîşên dewletên dagirker bigrin.

Ji bo vê armancê, wek partî û rexistinên kurdistanî ( navên me li jêr in):

Em daxwaz ji hêzên kurd yên li Rojavayê Kurdistanê dikin, ku li dijî dagirkerîyê, ji bo pêşîlêgirtina guherîna demografîya Rojavayê Kurdistanê û bi destxistina mafên neteweyî bi hev re têbikoşin, li ser pêvajoya pêkanina yêkitîiya li ser bingehê Mitabaqata Dihokê pêgir bin û mizgînîya pêkhatina yêkitiyê bidin gelê Kurd.

Em daxwaz ji Hikumeta Herêma Kurdistan û hêzên welatparêzên Başurê Kurdistanê dikin, ku pirtir dengê xwe li hember êrîş, siyaseta gefxwarin û dagirkirina dewleta tirk û Îranê bilind bikin, tifaq û yekrêzîya nav mala xwe jî xurttir bikin. Pêkve hewl bidin, ku raya giştî ya cîhanê, bi taybet dewletên Amerika, Rusya û Ewropayê dengê xwe li hember êrîşên dewletên dagirker yên li ser Kurdistanê, bilind bikin û peşî li van êrîşan bigrin.

Em bang li PKKyê dikin ku rêz li serwerîya parlamento, serokatîya hikumetê û li hêzên pêşmerge yên li Herêma Kurdistanê bigrin, bahane nedin destê dewleta tirk ku êrîşî Başûrê Kurdistanê bikin û li pey xwe dewleta Tirkîyeyê kaş nekin nebin Başûrê welatê me.

Em daxwaz ji hemû hêzên welatparêz yên Kurdistanê dikin ku li ser bingeha niştîmanperwerîyê, hevkarîya mayînde pêk bînin, da ku em bi hêztir bikaribin peşî li sîyaseta dewleta tirk a dagîrker û li êrîşên wê yên hovane bigirin.

03.05.2021

PAK, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, TEVGER”

HÎÇ ŞIK TUNE YE KU DEWLETA TIRK DAGIRKER Û KOLONYALÎST E…

Nêrînên 5 partî-rêxistinan yên di derbarê Dewletên kolonyalîst de, nêrînên giştî ne.

Her kurdek dipejirîne. Hîç şik tune ye ku Dewleta Tirk: Dagirker e. Kolonyalîst e. Nîjadperest e. Dijminê neteweya kurd e. Lê ew bûyera em niqeşe dikin çareser nake. Lewra Dewleta Tirk her wext û di şertî de nikare beşên din yê Kurdistanê dagir bike.

Lewra berjewendiya dewletên din yên kolonyalîst jî îzin nade. Hemû dewletên kolonyalîst dikarin di mijar û berjewendiya giştî de li hembetrı neteweya kurd û tevgerên kurdî û”xistinên kurdî bibin yek, tîfaq pêk bînin. Lê her dewletek jî xwediyê serweriyekê û desthiladariyekê. Yek jhi bona yekî din îzin nade ku bi hêsanî serwwerî û desthilatdariya wan binpê bike.

DIVÊ PKK-Ê BAŞ BÊ NAS KIRIN…

Lê di tespît û şiroveyên wan yên di derbarê PKKê, mijara rojane û stratejîk de, xwediyê pirsgirêkên mezin in.

Di şiroveya wan de derdikeve holê ku PKKê rêxistineke Kurd û Kurdistanê ye. Loma jî li dijî PKKê operasyonek, li dijî neteweya kurd dibe.

Ev tespît şaşiyeke mezin e. Ev tespît mîsyona PKKê û ya duho û îro vedişêrîne.

PKK, proje û rêxistina dewleta Tirk e. Armanca wê ya stratejîk, li ser navê Dewleta Tirk Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê, Rêxistinên Kurdistanê, tunekirin kurdan meşandine.

Lê PKK, piştî demekê bi awayekî ji kontrola Dewleta Tirk derket. Ket bin kontrola Dewleta Sûriyeyê, Iraqê, Îranê.

Dewleta Tirk piştî demekê mecbûr ku PKK vegerîne ser mîsyona wê berê.

Beşekî PKKê, Ocalan ev siyaseta Dewleta Tirk dipejirîne, lê beşekî wan (Qendîl) siyaseta dewletên kolonyalîst yên din, Emerîkayê, dem-dem siyaseta Rûsyayê dimeşîne.

PKK li ser navê dewletên kolonyalîst li her çar beşên Kurdistanê dagirker e.

Dewleta Tirk li hemberî aparata xwe PKKê şerekî dimeşîne.

DIVÊ MÎSYONA PKK-Ê LI BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ BAŞ BÊ NAS KIRIN…

Li Başûrê Kurdistanê mîsyona PKKê ya Dewleta Federe ya Kurdistanê ya xirabkirinê jî nehatiye fahm kirin. Nehatiye tespît kirin ku PKK ji bona ku Dewleta Federe ya Kurdistanê xirab bike, dibe sedem ku Dewleta Tirk operasyonan bike.

Heger PKKê nebe, di van şertan de Dewleta Tirk nikare li Başûrê Kurdistanê operasyonan bike. Lewra ne li berjewendiya wan e. Operasyonên dimeşîne gelek bi zehmet e û di çiyayên Kurdistanê yên asê de ne. Heger armanca dewleta Tirk ya rojane, dagirkirina Başûrê Kurdistanê be, dê li ciyên hêsan û ne çiyayî operasyon bike û dagirkeriya xwe bi cî bike.

Di belavokê di  derbarê dagirkerî û teror a PKKê li Başûrê Kurdistanê tiştek nehatiye gotın.

Baş tê znîn û tê nivîsandin ku PKKê gundên Kurdistanê îşgal kiriye. PKKê gundên Kurdistanê îşgal kiriye. Ji gundiyan bi zorê xerac û bac digre. Nahelê ku gundî çandiyê bikin. Zarokên kurd direvîne dixe bin çekan, dide kûştin. Şengal û gelek deverên din yên Kurdistanbê  îşgal kiriye. Çalakiyên terorîst pêk tîne. Êrîşî hêzên pêşmergeyan dike.

Duho dîsa bi çekên giran êrîşî hêza pêşmergeyan kir.

Fermandarê Fermandariya Helgurd Behram Erîf Yasîn, ji K24ê re ragihand, çekdarên PKKê bi çekê RPG, BKC û çekê sivik êrîş ser xaleke Pêşmerge li devera Biradost kir.

Diyar kir jî, hêza Pêşmerge ya li wê xalê bersiva êrîşa çekdarên PKKê dan û ti ziyanên canî di nava hêza Pêşmerge de nebûn.

Behram Erîf Yasîn got jî: ” PKK dixwaze li Herêma Kurdistanê tevliheviyê derxe. Divê PKK rêzê li rewş û yasayên Herêma Kurdistanê re bigire”

DIVÊ MÎSYONA PKK-Ê ROJAVAYÊ KURDİSTANÊ BAŞ BÊ NAS KIRIN…

Di belavokê de Li Rojavayê Kurdistanê desthilatdarî û dîktatoriya Rejîma Baasê û PKK/PYD ya hevbeş, wek desthilatdariya neteweya kurd tê pejirandin, ev şaş e.

Tê zanîn ku Rejîma Baasê li hemberî kurdan û mûxalefeta Kurdan rehet tevbigere, desthiltariya xwe li Rojavayê Kurdistanê bi PKK/PYDê re parve kir.

Qamişlî ji %60-65 kirin ereb. Sûriyêye siyaseta xwe ya Kemera Eereban de bi serneket. Di şertên nû de bi destê PKK/PYDê bi hêsanî serkeftî bû.

Li Qamişliyê, Dewleta Sûriyeyê nûha dixwaze emanata xwe, ji wekîl û taşeronê xwe PKK/PYDê bigre.

Kurdan di destpêkê de jî û nûha jî zirara mezin dibînin, diperçiqin, tên kûştin.

Dewleta Tirk jî di saya PKK/PYDê de li Rojavayê Kurdistanê gelek herêm û bajar dagir kirin. Dewleta Tirk, li ser navê Sûriyêyê, axa kurdan ya di bin dagirkeriya Sûriyeyê de bû, dabû PKK/PYDê, bi destê Dewleta Tirk ji PKK/PYDê hat girtin. Heger em li rastiyê binêrin dagirkerî nehat guhertin, xwediyê wê hatin guhertin.

DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?

Di encamê de ez gelek vekirî diyar dikim ku heger PKKê li Dewleta Federe ya Kurdistanê rewşa xwe ya neyasayî û terorîstî nedomîne; Dewleta Tirk nıkare operasyonan pêk bîne.

Loma jî divê Hikûmeta Dewleta Federal ya Iraqê û Hikûmeta Federe ya Kurdistanê divê pirsgirêke PKKê çareser bikin. Ev jî bi derxistina PKKê ya Kurdistanê dibe.

Hemû hêz û partiyên Kurdistanê, hemû hemwelatiyên Kurdistanê, hemû xêrxwazên Kurdistanê jî divê vê daxwazê re û  ji Hikûmeta Kurdistanê re piştgir bin.

Divê ku em rastiyê tehl û sar ji gelê xwe re bibêjin.

Diyarbekîr, 07. 05. 2021

Pustên heman beş