Amerîkayê Skayborg eşkere kir

Amerîkayê Skayborg eşkere kir

Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê balefireke cengê a bê pîlot test kir ku bi Skayborg tê nas kirin.

Hêzên asîmanî ên Amerîkayê, balefireke cengê a herî pêşketî ku bi Skayborg tê nas kirin, li wîlayeta Filorîda test kir û ragihand, Skayborgê pir bi dîqet hedefên xwe girtine.

Artêşa Amerîkayê di vê derbarê de eşkere kir, Skayborg karî bo dema 2 sat û nîvan li asîmanî manoran bike û serketîyane vegerî bingeha xwe.

Her wiha dest nîşan kir, balefira Skayborg karîna hilgirtina roketên jîr û araste kirina wan ji boy hedefên dest nîşan kirî heye.

Li gorî agahiyên ku artêşa Amerîkayê eşkere kirî, Skayborg di çarçûveya pirojeyeka herî berfereh a çêkirina sîstemeka temam a balefirên bê pîlot tê hesab kirin ku di pîlanên Amerîkayê de ye li pêşerojê bixe şûna balefirên din ku pêwîstîya wan bi pîlotan heye.

Pustên heman beş