Ev kesê hinde girîng kî bû Israîlê hedef kirî?

Ev kesê hinde girîng kî bû Israîlê hedef kirî

Xezze îro malavahî li zanayê yekemê pêşixtina roketan, pirofîsor Cemal Zibde kir ku di êrîşeke Israîlê de hatibû hedef girtin.
Merasîma bi xap sipartina pirofîsor Cemal Zibde îro li Xezze hatin birêve birin, ev zanayê teknîkê yê Felestînî bi kesekê pir giring dihat hesab kirin, ew berpirsê yekemê pêşixtina roketên tevgera Hemas a Felestînî bû.
Israîlê li rojên rabûrî di êrîşeke hewayî de ku balefirên cengê encam dabû, pirofîsor Cemal Zibde û kurê wî Usame Cemal hedef kirin.
Cemal Zibde li wîlayeta vêrcînya diktora bi teknîka serbazî û balefirên cengê bi dest xistbû û nameya wî a diktoriyê li derbara pêşxistina balên balefirên F16 û F35an pêşkeş kirbû.
Cemal Zibde bi zana û pirofîsorê yekemê Felestînî tê hesab kirin yê ku li van salên dawiyê roketên tevgera Hemasê pêşxistîn.

Pustên heman beş