Netanyahû: Amerîka û civaka navdewletî bi me re ye

Netanyahû: Amerîka û civaka navdewletî bi me re ye

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû li ser şerê wan û Filîstînê got ku di serî de Amerîka û civaka navdewletî lpiştevaniya wan dike.

Nivîsgeha Serokwezîrtiya Îsraîlê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, Netanyahû derbarê hurgiliyên êrîşa ser Xezeyê û berevaniya Îsraîlê de, bi berpirsên leşkerî û îstixbaratê re hevdîtinek pêk aniye.

Netanyahû piştî hevdîtinê gotiye, wê operasyona ser Xezeyê bi hemû tundiya xwe berdewam bike û ji bo operasyonên leşkerî bigihin armancên xwe pêwîstî hinekî bi demê heye.

Serokwezîrê Îsraîlê herwiha destnîşan kir, “Di serî de Amerîka, piştevaniyeke mezin bo me heye. Piştevaniya civaka navdewletî heye û em jî vê bikar tînin.”

Pustên heman beş