PKKê 7 çekdar li Şirnexê û Amedê ji dest dan

PKKê 7 çekdar li Şirnexê û Amedê ji dest dan

Artêşa Tirkiyê li sînorê Şirnexê û Amedê yên Bakurê Kurdistanê êrîş birin ser PKKê, 7 çekdarên rêxistinê hatin armanc kirin.

Li gorî agahiyên wezareta navxwe ya Tirkiyê ku îro roja dûşemî 17/5/2021an parvekirine, artêşa Tirkiyê operasyon li sînorê Şirnexê û Amedê li dijî rêxistina PKKê encam dan.

Operasyonê ji yekem roja Cejna Remezanê ve li çoltera derdora gundê Eskar ser bi Pasûrê bi piştgiriya hêza esmanî destpê kiriye.

Li gor çavkaniyên xwecihî, operasyona leşkerî ya ku li çoltera gundê Eskara Pasûrê hatibû destpêkirin berdewam e û ketin û derketina ji gund hatiye qedexekirin.

Herwiha 5 roj in xetên telefonan hatine birîn û ti agahî ji gundiyan nayê wergirtin.

Dema 4 mehan e artêşa Tirkiyê li hejmareke Bakurê Kurdistanê dijî gerîlayên PKKê kiriye dest bi operasyoneke nû kiriye.

Operasyon li 15 navçeyên cuda li sînorê parêzgehên Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Îdir, Qers, Erdexan û çend navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê tên kirin.

Pustên heman beş