Sipayê Pasdaran bê sûç ev kasbkarê Kurd qetil kir

Sipayê Pasdaran bê sûç ev kasbkarê Kurd qetil kir

Tewan û cînayetên sipayê Pasdaran yê rejîma Îranê li dijî Kurdên Rojhilata welat dewam dikin, dawî car duh gulle berdan kolberek Selmasê û qetil kirin.

Li gorî rêxistina Hengaw ya mafên mirovan, duh roja yekşemî 16/5/2021an, çekdarên girêday sipayê Pasdaran yê rejîma Îranê, gulle berdan karwanek kolberên Kurd, yêk jê bi navê Zabit Alxanî ku temena wî 46 sal ye, qetil kirin.

Bûyer li nêzî gundê Ax Berze çêbûye û çekdarên sipayê Pasdaran ji qirargeha gund gulle berdan komên kolberan.

Barê kolberê ku hatîye qetil kirin, cigare bûn, wî 3 zaro li paş xwe hiştin.

Pustên heman beş