Kuştina trajîka Derhênerê sînemaya Îranê ji hêla dêûbavên wî ve

Kuştina trajîka Derhênerê sînemaya Îranê ji hêla dêûbavên wî ve

Babek Xoremdîn, Derhênerê sînemaya Îranê, hat kuştin. Xoremdîn dema mirina xwe 47 salî bû.

Pês niha hatibû ragihandin ku laşê perçiqandî yê zilamekî di nav gilêşê bajarokê Ekbatan de hatiye dîtin. Paş vê yekê êvara roja Yekşemî, ajansa nûçeyan a Îranî bi navê Rokna ragihand ku ew laş yê yek ji derhêner ên Sînemaya Îranê bi navê Babek Xoremdîn e.

Îro jî Mihemed Şehriyarî, serokê dadgeha cezaya Tehranê, nûçeya kuştina Xoremdîn piştrast kir, û got: “cenazeyê vî kesî li Ekbatan hate dîtin, û di dema lêprisînê de, dêûbavên derhêner hatin girtin û îtîraf bi kuştina kurê xwe kirin.”

Bermaîyên vî kesî di hundurê çenteyekî de bûn. Rokna di rapora xwe de nivîsand ku dêûbavên derhêner li kuştina kurê xwe mukur hatine.

Di vê raporê de her weha tê gotin ku bavê Babek Xoremdîn di îtîrafên xwe de ji polîs re behis kiriye ku, ji bilî lihevnekirina wî bi kurê xwe re, kurê wî bi tenê bû û heya niha nezewicî bû. Hîn ne diyare ku çima di îtîrafên xwe de bavê wî bas li nezewicîna kurê xwe kiriye û vê yekê ti pêwendî bi kuştina wî ve heye.

Pustên heman beş