Washington qebûl dike ku bi bihayê 735 mîlyon dolar çek bifroşe Îsraîlê

Washington qebûl dike ku bi bihayê 735 mîlyon dolar çek bifroşe Îsraîlê

Medyaya Amerîkî roja duşemî, 17ê Gulana 2021, eşkere kir Qesra Spî qebûl kiriye ku çek û cebilxaneyên pêşkeftî bi qasî 735 mîlyon dolar bifroşe Îsraîlê.

Rojnameya Washington Post, ji zarê jêderên payebilindên Amerîkî ragihand, ku rêveberiya serok Joe Biden razî bû ku bi bihayê 735 mîlyon dolar çekên pêşkeftî bifroşe Îsraîlê.

Washington Post eşkere kiriye ku di pêncê vê mehê de Koçka Spî derbarê peymana firotina çekan bo Îsraîlê de, kongires agahdar kiriye.

Li gorî van çavkaniyan, mijara vê peymana çekan di 5ê Gulana 2021-an de, çend roj berî destpêkirina pevçûnên li Xezeyê, hatiye îmze kirin.

Tevî ku Hikûmeta Biden razî bû ku çekan bifroşe Îsraîlê, wî roja yekşemî got ku hikûmeta wî bi Filistîn û Îsraîlê re dixebite ku agirbesteke mayînde pêk bîne. Joe Biden destnîşan kir ku her du alî heq dikin ku di ewlehî û aştiyê de bijîn.

“joe Biden got, dewletên yekbûîy dê Filistîn, Îsraîlê û partiyên din ên li herêmê teşwîq bike ku ji bo aştiyek mayînde bixebtin”.

Heşt rojin şerê navbera Îsraîlê û rêxistinên çekdarî yên Xezeyê berdewame û her du aliyan bi mûşek û bombebarana zemînî û esmanî rûbirûyî hev bûne.

Pustên heman beş