Serokê Amerîkayê Biden li gel Serokwezîrê Îsraîl Netanyahu bi rêya telefonê peywendîyek pêkanî û da xuyakirin ku, ew piştgiriya xwe ji bo agirbestekî dide nîşandan.
Qesra spî di derbarê peywendîya telefonî ya Biden û Netanyahu de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de dibêje ku, li himber êrîşên bi roketan mafê Îsraîl heye ku xwe biparêze. Herweha Biden ji Îsraîl daxwaz kiriye ku, ji bo parastina xelkê sivîl gerek gelek bi hesas be û tişta ji destê wan were bikin.
Qesra Spî dibeje ku, operasyonên Îsraîl li himber Hamas û rêxistinên din, ji aliyê Biden û Netanyahu ve hatin nirxandin û serok Biden da xuyakirin ku ew piştgirya agirbestekî dike.
Di dema peywendîya telefonî de, Serokê Dewletên Yekgirtî her weha amaje bi hewildanên hikûmeta xwe bi rêya axaftinên digel karbidestên Misrî û hevkarên dinên Amerîkî ji bo gihîştina agirbesta di nêvbera van du aliyan de kir.
Di rapora Qesra Spîya li ser naveroka hevdîtinên Biden-Netanyahu de jî hat gotin ku Serokê dewletên yekbûîy bang li Hikûmeta Îsraîlê kir ku ji bo parastina canê sivîlan di dema pevçûna bi Filistîniyan re her hewl bide.