Li Dêrazorê rayedarekî Rêveberiya Xweser hat kuştin

Li Dêrazorê rayedarekî Rêveberiya Xweser hat kuştin

Hat ragihandin ku li bajarokê El-Cezra kesên nenas gule bi ser endamê Meclîsa Zagonsaz a Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Mûeyed Reyaş de reşandin.

Li gorî zanyariyên xwecihî, êrîşkar li ser motorsîklêtekê gule bi ser Reyaş de reşandine û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.

Hat diyarkirin ku hêzên Asayîşa Rojava li ser bûyerê lêkolîn dane destpêkirin.

Pustên heman beş