Netanyahu: dirona ku Îranê şandibû, me xist xwarê

Netanyahu: dirona ku Îranê şandibû, me xist xwarê

Serokwezîrê Îsraîlê îro roja pêncşemî 20/5/2021an ragihand, dirona ku vê heftê kete qada asîmanî ya Îsraîlê “li Îranê hatiye çêkirin û a tijî bû ji teqemeniyan.”

Benjamin Netanyahu perçeyên dironê di destê xwe de hilgirtibûn û nîşanî wezîrê karên derveyê Almanyayê Haku Moss, ku niha li Îsraîlê ye, dan. Wî got ku arteşa Îsraîlê ev balafir xistiye xwarê.

Ev yekem care ku rayedarê payeblindê ramyarî yê Îsraîlê bi fermî navê Îranê bi bûyera balafira rûxandî ve girê dide.

Medyaya Îsraîlê roja sêşemî ragihand ku li herêma Bekaaya Urdunê, li nêzî bajarokê Bet Şehan, li nêzî tixûbê Urdunê, balefirek bêpîlot ketiye.

Îranê hêj bersiv nedaye gotinên Benjamin Netanyahu yên di derbarê berpirsyariya şandina dirona bi teqemenîya ketiye qada esmanî ya Îsraîlê. Lê malpera Meşreqnews, ku bi awayekî nêzî servîsa îstixbarata leşkerîya Îranê ye, gotinên serok wezîrê Îsraîlê “bêwate” û “dubarekirina tawanbarîyên dijî-Îranê” bi nav kir.

Pustên heman beş