Hêzên Sûryaya Demokratîk HSDê, li durbera Dêrazûrê nêzî 200 kesan desteser kirin û ji boy navçeya bi navê Bisêre veguhestin.
Nerîngeha Sûrî a mafên mirovan eşkere kir, Hêzên Sûrya Demokratîk di çarçûvê operasyoneke berfereh de ku li dorbera Dêrazûrê encam daye, nêzî 200 kesan desteser kirin.
Dest nîşan kir, kesên ku hatine desteser kirin ji boy navçeya bi navê Bisêre veguhestin, hinek jê serbest berdan û hinek xistin zîndanê.
Li rojên rabûrî Hêzên Sûryaya Demokratîk 6 kesên din jî li bajarokê Şihêl desteser kirbûn ku dest di kuştina 5 endamên Encûmena Serbazî ya Dêrazûrê de hebû.