Milîsên El-Fatimiyûn bac li ser xelkê sepandin

Milîsên El-Fatimiyûn bac li ser xelkê sepandin

Milîsên çekdar ên girêdayî Îranê li Rojhilatê Dêra Zorê bi behaneya parastinê dest bi komkirina bacê ji xelkê kirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên bi navê El-Fatimiyûn ên Afganî yên bi ser Îranê ve, li Dêra Zorê bi rêya navenda Hevgirtina Cotkaran a girêdayî rejîma Şamê, bac li ser cotkaran ferz kir.

SOHRê diyar kiriye ku çekdaran baca ku ji sedî deh berhemên çandiniyê para wan e, li ser cotkarên ji bajarê Meyadîn heta bajarokê El-Esibêxanê sepandine.

Herwiha hinek serkirdeyên wan çekdaran bi armanca pêkanîna guhertina demografîk, avahî û erdên çandiniyê yên xelkê kirîne.

Pustên heman beş