Guardian: teqîna kargeha balafirên keşfê ya Îranê li Esfehanê bi gefên Îsraîlê ve têkildare

Guardian: teqîna kargeha balafirên keşfê ya Îranê li Esfehanê bi gefên Îsraîlê ve têkildare

Rojnameya Birîtanî The Guardian ragihand ku teqîna yekşemê li kargeha balafirên bê pîlot a bi navê “Hisa” li bajarê Esfehanê bi gefên Îsraîlê yên vê dawîyê ve girêdayî bû.

Li gorî raporê, çend roj piştî ku Îsraîlê ragihandî ku Îranê li Xezeyê diron dane Hamas ê, li kargeha hilberîna dironan a bi navê (Hisa) li Esfehanê roja yekşemî teqînek mezin çêbû û 9 kes birîndar bûn.

Rayedarên Îranê li ser sedema bûyerê agahî nedane, lê Îsraîlê di demên borî de gefa tolhildanê xwariye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja pêncişemî, 20ê Gulana 2021an, Îran sûçbar kir ku berê xwe daye piştgirya tam a Cîhada Îslamî, Hamas û Hizbullah li Libnanê.

Netanyahu got:” dema ku em di çend rojên berê de bi şerê Hamas ê re mijûl bûyn, Îranê balafirên xwe yên bê pîlot ji Iraq an Sûriyê ber bi Xezeyê ve hinartin, lê hêzên Îsraîlê ew li ser sînorê Îsraîl-Urdun xistin xwarê. “

Sibeha yekşemê, medyaya Îranê ragihand ku teqînek li “Pîşesazên Kîmyewî yên Nargostar Sepahan” li Esfehanê çêbûye, û 9 kes birîndar bûn, lê belê rayedarên Îranê bi ti awa bas li sedemên vê teqînê nekir.

Guardian: teqîna kargeha balafirên keşfê ya Îranê li Esfehanê bi gefên Îsraîlê ve têkildare

Pustên heman beş