Li Silêmaniyê ciwanek din bû qurbaniyê nakokiyên di nêvbera YNKê û PKKê de

Li Silêmaniyê ciwanek din bû qurbaniyê nakokiyên di nêvbera YNKê û PKKê de

Rêxistina PKKê ciwanekî Kurd ê Başûrê Kurdistanê ku li sala 2020an de tevlî rêzên rêxistinê bûye, bi sûça sîxoriyê ji boy YNKê kuşt û piştre ji malbata wî re ragihand di êrîşa balafirên Tirkiyê de şehîd ketiye.

Hestyar Kameran yek ji ciwanên Kurd ên Başûrê Kurdistanê ye ku li sala 2003an ji dayik bûye, ew nîştecîyê taxa Kurdistan a Bajarê Silêmaniyê bû, li destpêka sala 2020an tevlî refên rêxistina PKKê bibû.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê ragihand, Hestyar Kameran li destpêka sala 2020an tevlî rêzên rêxistinê bûye û beşdarî dewreya çekdarên nû yên PKKê bûye, paş mehekê ji perwerdehiyê ji hêla PKKê bi xwe ve hat kuştin.

Çavkaniyên pêgeha me her wiha eşkere kirin, PKKê ev ciwanê Silêmaniyê bi sûça sîxortiya ji boy YNKê desteser kiriye, piştre hatiye gullebaran kirin û kuştin.

Piştî ev ciwanê Silêmaniyê ji aliyê PKKê ve tê kuştin, malbata wî haydar kirîne ku kurê wan bi sedema êrîşa balafirên ceng ên Tirkiyê hatiye kuştin.

Herçend PKKê ev ciwane bi sûça sîxoriyê kuşt, lê belê ji boy ku malbata vî ciwanê Silêmaniyê bi xwe ve girê bide û bazarekî bi xwîna wî bike, ew weke şehîd bi nav kiriye û bi malbata wî ragihandiye di êrîşa balafirên Tirkiyê de hatiye kuştin, ji bilî vê yekê jî şandekî Tevgera Azadî ku ser bi PKKê ve ye li roja 11/4/2021an bi merema serxweşiyê seredana malbata vî ciwanî kir.

Tevî ku di navbera PKKê û YNKê weke tê xweyakirin lihevhatin û nizîkatiyek heye, lê belê ev du partiyên Kurdistanê jêr bi jêr li dijî hevdu tev digerin û her yek ji wan di hewla jinavbirina yê din de ye, tişta ku niha wan nêzî hev dike bi tenê cîhê pêdana telîmata ye ku her du hêz telîmatên xwe ji Îranê distînin.

Hêjayî gotinê ye ku ev çendîn carin bi sûça sîxortiya ji boy YNKê, PKKe hin kadir û çekdarên xwe dikuje û piştre wan weke şehîd dide îlan kirin.

Pustên heman beş