Ev dema çend rojane di sosyal medyaya “Eniya miqawemê” a Îranê li Başûrê Kurdistanê, ku pêk tê ji medyaya “PKKê, YNKê û Heşda Şebî”, Cewher Axayê Herkî bûye mijara herî germ. Çapemeniya li jêr destê YNKê bi giştî û medyaya di bin bandora Lahorê Şêx Cengî bi taybetî û hin ji saziyên medyayî yên PKKê weke TEVDA PRÊS ku ji aliyê hin kurdên Başûrê Kurdistanê ên nêzî Cemîl Bayik û Lahor Şêx Cengî tê serperiştîkirin, nûçeyeke sexte bi senaryo yek pirr lawaz servîs kir. Di van nûçeyan de ku her kes fêm dike hemû ji yek cî û bi yek telîmat tên arastekirin, hat gotin ku ajansa Parastina Herêma Kurdistanê bi rêya çayçîyekî xwastiye Cewher Axayê Herkî bikuje, ji boy îsbat kirina axaftina xwe jî nûçe li pey nûçe û derew li pey derewê servîs kirin, bi awayekî ku sosyal medya ji nûçeyên wan yên derew hema hema tijî bû, helbet ev bi hevre karkirine ji boy cîbicîkirina yek armanc hat encamdayîn, ev hêzane dixwazin ji aliyekê nûnera Îranê li Başûrê Kurdistanê bikare bi vê yekê di hilbijartinên Îraqê de dengê hin kesên eşîra Herkî bi dest bixe daku bikare berjewendiyên Îranê li başûr biparêze, ji aliyek din dixwazin ne aramiyê li devera Badînan dirust bikin û eşîreta Herkî li dijî saziyên ewlehiya başûr bikar bînin, lê ev xwasteka wan her di zû de bû peqîşka ser avê!
Gelo eşîreta Herkî û Cewher axayê Herkî kîne û Lahorê şêx cengî bi rêya wî dixwaze çi bike?!
Cewher Mihyedîn Cihangîr Hacî Axa Herkî, yek ji wan kesane ku li serdema rejêma Sedam Husên weke serokcaş hatibû destnîşankirin, ew bi yek ji wan kesan tê naskirin ku pêtir ji her serokcaşek din têhniyê pere û xwîna pêşmerge û wilatparêzên kurd bû, Sedam Husên ew weke serokê fewca 8 a caşên kurd destnîşan kirbû. Di jiyana xwe de bi taybetî pêş sala 2003an de wî ne bi tenê bi mixabirata Îraqê re belku ji boy misogerkirina kar û bazirganiya xwe û bidestxistina pere têklî bi saziyên îstixbaratî yên Tirkiyê, Sûriyê û Îranê re jî danîbûn. Piştî jinavçûna rejîma Sedam Husên li Îraqê, anku piştî sala 2003yan û azad bûna Îraqê ew baz dide û xwe diveşêre, piştre ji boy parastina jiyana xwe diçe û daxwaza efûyê ji Barzanî û malbata wî dike, jiberku malbata Barzanî jî malbateke ku her kes biçe û daxwaza efûyê ji wan bike ger her tawanek jî encam dabe efû dikin, bi wê mexsedê ku dibe pûşman bibe û bi tawanên xwe zanîbe û li vir pêde xizmeta doza kurd û Kurdistanê bike wî jî efû dikin.
Bavê Cewher Axa, anku Mihyedîn Axa kesek pirr birêz û xwedî bandor bû di nêv vê eşîretê û hemû kurdistanê de, Herkî rêzeke herî mezin li wî digrin, ji berku ji boy eşîr û wilatê xwe dixebitî û kesek pakij û neteweparêz bû, lê Cewher axa tam berevajî bavê xwe, kesek dije netewe bû û ti girîngî bi eşîra xwe nedida û bi bazirganiyê ve mijûl bû, ji ber vê yekê ew rêza ji bavê wî tat girtin ji wî re nehat girtin, lê tevî vê yekê, ji boy nîşandana niyetpakîya xwe li Duhokê û li taxa Malta yê ji aliyê malbata Barzanî xaniyek ji wî re tê berhevkirin û xizmeta wî tê kirin, her wiha Barzanî di hilbijartinên sala 2004an de yên parlamentoya Îraqê, Cewher axa weke namzedê PDKê destnîşan dike, lê Cewher axa dengên pêwîst bi dest naxe û di hilbijartinan de dernaçe, ev jî baştirîn belgeyeke ku Herkî ne bi wîre ne. Her weha jiberku daxwazên ne meqûl ji hikûmetê û PDKê dike û hikûmet daxwaziyên wî bi cî naîne careke din weke karê xwe yê hercar îxanetê dike û diçe Sûriyê û li wir jinek din ji xwe re tîne. Paş vê yekê ji hêrs bûna xwe bi alîkariya kevne Besîyan li wilatê Sûriyê û Tirkiyê komeleyek bi navê “Tecemu Îraqî Al-Şîmal” li gel Erşed Ehmed Zêbarî pêk anî, paş ku di vê hewla xwe de jî serketin neanî, partîyeke bi navê partiya azadî û Dadperweriya Kurdistanê damezrand û xwe weke serokê vê partiyê îlan kir. Lê belê dîsan di vî karê xwe de jî serkeftî nabe û li 6/7/2012an de careke din vedgere di nava refên PDKê de.
Lahorê şêx cengî bi rêya wî dixwaze çi bike?!
Her wek tê zanîn û dîtin, eşîreta Herkî beşek ji kunfederasyona Barzan e ku ji 7 Eşîran pêk tê û li ser dema şêx Ebdulselam Barzanî peyman daye ku li ser rêbaza Barzan berdewam bin û ji boy Kurdistanê bixebitin. Eşîreta Herkî bi yek ji Eşîretên herî mezin li Kurdistanê tê naskirin û ji boy Kurdistanê berdêlên herî mezin dane, bi taybetî di şerê li dijî DAIŞ ê de ev yek bi zelalî hat dîtin.
Paş Mihyedîn Axa, Herkîya ji ber bavê Cewher axa, rêz ji wî re jî digirt, lê belê bi ti awa neketin bin bandor û fermana wî de, jiberku Cewher Axa rêya rast berze kiriye û her demekî li cîhekê ye, û li şûna giringîyê bi Hoza xwe bide, mijûlî xwe dewlemend kirinê û têkilîyên bi saziyên îstixbaratî yên dewletên dagîrkarên Kurdistanê re ye. Ew di bazirganiyê de jî serkeftî nabe, nikare pere û destkeftên siyasî û civakî bi dest bixe, loma neçar dibe ev care berê xwe bide di nava refên YNKê de. Di nava YNKê de jî bi taybetî piştî ku Lahor Şêx Cengî weke hevserokê hat destnîşankirin, Cewher axa daxwazyên herî mezin ji YNKê kirin, lê Lahor Cengî Yekem car razî nabe, jiberku Lahor baştir ji her kesek din seng û bandora Cewher axa dizane, ew dizane ku Cewher axa jiberku niha weke axa di nav piraniya Herkîyan de nayê dîtin nikare alîkariya YNKê bike û bi vê rêyê hijmara dengên xwe bi taybetî li Badînan zêde bike, bi neçarî û bi fermana Lahorê Cengî medyaya YNKê û PKKê, dest bi dirustkirina vê senaryoya sexte dikin û wisa didin xweya kirin ku Ajansa Parastina Herêma Kurdistanê xwastiye Cewher axa bikujin, mebesta YNKê bi giştî û Lahor şêx Cengî bi taybetî ji vê senaryo yê eve ku bikarin bandorê li Herkîyan bikin û hejmara dengên xwe li vê deverê zêde bikin, lê dîsa ev senaryo her di zo de hat îfşa kirin û Herkîyan bi awayên cuda di sosyal medyayê de bersiv da.
Li gor zanyariyan bera dirustkirina vê senaryoya sexte, Lahor Cengî û Cewher axa li Silêmaniyê bi hevre civîyane, di vê civînê de Cewher axa gelek daxwaziya ji Lahor dike, ji wî dixwaze ku pere û pileyên hîzbî û hikûmî ji wî û malbata wî re bên dayîn, Lahor cengî jî jiberku senga Cewher axa di nava Herkîyan de baş dizane bi daxwazên wî razî nabe lê belê Cewher axa rîcayê ji Lahor dike ku xwastekên wî bicî bîne, di encam de li ser vê yekê li hev dikin ku ji boy rakêşana soza herkîya senaryoyekî dirust bikin û pêş wext her tişt amade kir, senaryo jî ev bû ku di medyayê de bas li hewla terorkirina Cewher axa ji aliyê ajansa parastinê ve bê kirin, ji boy vê yekê çayçîyê Cewher Axa bikaranî û bi zorê vîdeoyek bi wî da dirustkirin ku têde bi kesekî re dipeyve û wisa xuya dikin ku ew kes ser bi ajansa Parastina Herêma Kurdistanê ye, lê tişta ecêb eve ku paş vê vîdyoyê hat ragihandin çayçî ji aliyê parastinê ve hatiye revandin, ev di demekî da bû ku bera vê yekê vîdyo bi wî dabû dirustkirin!
Em bi tenê vê pirsê dikin, gelo qey di dîrokê de çêbûye ku çayçî bixwaze axayê xwe bikuje û piştî ku tê îfşa kirin û desteserkirin ew çayçî bikare ji destên axayê xwe baz bide û ji zîndanê bireve?!