Darên temenê wan 150 sal li Efrînê têne jêkirin

Darên temenê wan 150 sal li Efrînê têne jêkirin

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê cihek ji bo birîn û firotina êzingên daran hatiye vekirin, ku kokên darên tê de têne komkirin û girotin temenê wan ji 150 salî bêtir e.
Rêxistina mafê mirovan li Efrînê hin wêne belav kirin û got ku kesekî bi navê Ebû Ramî li filkeya Maratê ya navenda bajêr li pêş çavên berpirsan cihek ji bo birîn û firotina êzingan vekiriye, rojane bi dehan berpirs li pêş cihê wî re diçin bê ku rêgirî ji wî re were kirin.
Heman jêderê anî ziman ku kokê daran yên ku hatine jêkirin temenê wan 150 sal derbas kirine, û weke êzing li Ezaz, Idlibê û Turkiyê difroşe.
Tevî biryarên qedexekirina birîna daran di karê xwe de berdewam e û bin pê kiriye. Li gorî heman rêxistinê ku ji dema Turkiyê û çekdaran destê xwe daniye ser herêmê bêhtirî 1 melyon û 300 hezar darên hatine birîn û şewitandin.

Pustên heman beş