Birêvebrê Ajansa Wuzeya Nuklerê ya navdewletî radigihîne ku wan tirseke herî zêde ji bernameya nuklerê ya Îranê heye.
Refayêl Girosî îro roja çarşemî 26/5/2021an ji boy rojnameya Financial Times ya Berîtanî gotîye: bernameya Nulkerê ya Îranê em tirsandine, ji ber ku wê asta pîtandina Yoranyomê gihandîye 60% û ev yêk pir xetere.
Her wiha dest nîşan kir, rêjeya sedî ya rêpêday a Nuklerê ji bo karên bazirganî 1% heya %2 ye, lê belê rêjeya 60% ku Îran niha li ser didome, dikare çek û bombên Nuklerê pê werin çêkirin.
Hêjay gotinê ye, Îranê li meha rabûrî eşkere kir ku wê pîtandina Yoranyomê gihandîye asta 60% weke berisvek ji boy Amerîkayê û vekşîna wê ya Peymana Nuklerê ku ceza li ser Îranê sepandine.