Piştî desteser kirina Fermandarê Operasyonên Heşda Şebî Qasim Mehmûd Kerîm Muslîh li Enbarê jimareyeke zêde ya çekdarên Heşda Şebî deriyên caddeyên herêma kesk li Bexdayê girtin û daxwaza azadkirina endamên xwe kirin.
Medyaya Iraqê belav kiriye deriyên caddeyên herêma kesk li Bexdayê ji aliyê Heşda Şebî ve hatiye girtin û daxwazê ji hikûmetê dikin Fermandarê Operasyonên Heşda Şeibî Qasim Mehmûd Kerîm Muslîh ê li Enbarê hatibû desteserkirin were azadkirin.
Herwiha di vîdyoyan de tê dîtin ku çekdarên Heşda Şebî bi çekên giran û sivik û tankan derketina caddeyên Bexdayê û li caddeyên Bexdayê belav bûne.
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kiribû ku Fermandarê Operasyonên Heşda Şeibî Qasim Mehmûd Kerîm Muslîh li Enbarê hatiye desteserkirin, ku li ser fermana dadgehê û li gor yasaya rûbirûbûna terorê hatiye desteserkirin.
Herwiha li gor heman çavkaniyê hejmarek zîrevanên wî jî li gel hatine girtin û sedemê girtinê jî ji ber ku gelek dosya li ser wî hene, ku bi taybet jî dosyayê girêdayî bi samanên giştî ne.
Çavkaniyekî ji Heşda Şebî ji ragihandibû ku Qasim Muslih bi fermana serokê lijneya nehiştina gendeliyê Ferîq Ehmed Ebu Rexîf ve hatiye girtin, sedem jî ji ber rijdbûye li ser rêneaana hatina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê ve bo nav axa Iraqê ye.
Qasim Muslih fermandarê operasyonên Enbar ê Heşdî Şeibî ye, yek ji fermandarên Heşdî Şeibî yê herî nêzîk Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Muhendîs bû.