Pentagonê 177 milyon dolar bo YPGê xwestin

Pentagonê 177 milyon dolar bo YPGê xwestin

Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) ji bo mesrefên parastina darayî ya 2022yan 715 milyar dolar xwest û di nav wê daxwazê da ji bo “Bernameya Perwerde-Çekdarî ya Têkoşîna li Dijî DEAŞê” ku li Sûriye û Iraqê YPG jî tev e 522 milyon dolar wek fon hat xwestin.

Rêveberiya Joe Biden xwesteka butçeya federal a dixwest pêşkêşî kongreyê kir û ji bo mesrefê parastina darayî ya 2022yan 715 milyar dolar xwest.

Di budçeyê da para ji bo bernameya perwerde-çekdarî ya ku li Sûriye û Iraqê dijî DEAŞê dest pê kiribû, dihat xwestin bal kişand.

Serokê berê Barack Obama di sala 2017an da di çarçoveya têkoşîna li dijî DEAŞê da ev qisim li budçeya parastinê zêde kiribû.

Di belgeyê da ji 522 milyon dolarê tê xwestin 345 milyon dolar bo Hêzên Ewlehiya Iraqê û 177 milyon dolar jî ji Kes û Komên Sûriyeyî ku YPG/PKK jî tevî wan e hat xwestin.

Di budçeya sala 2020an da Komên Sûriyê YPG jî tev 250 milyon dolar wergirtbûn.

Pustên heman beş