Bi rastî vê nivîsê bala min kişand û min xwend, her çend ku ez baş fêm dikim ku medyaya PKKê weke medyaya Fîdêl Kastro ye ku kêm caran rastîyan dibêje, demê ji xwendina nivîsê bi dawî bûym, ez gihîştim wê rastiyê ku ne niviskarê vê mijarê û ne sernivîskarê vê ajansê li Başûr cî nagirin û agahiyên wan li derbarê Başûr tunene, yan jî wan ageh ji Başûr heye lê belê sûnd bi serokê partîya xwe xwarine ku yek kelamê rast li ser Başûr nenivîsin, çawa?
Nizanim nivîskarê gotarê yan sernivîskarê ajansa ANF ê di “guhê gay” de razayne yan xwe bê fam dikin, çunke cîhan hemû dizane ku niha ji rûniştvanên Başûr 50% penaberin û ji 90% ji van penaberan şêniyên her çar perçeyên Kurdistanê ne, ji encama sitratejîya hikûmeta Kurdî ji boy doza Kurdî, ev bûye eger ku Başûr bibe landika vehewandina penaberên Kurdistanê.
Ev mijar didome