Herêmên parastina medya yan herêmên parastina Mîsaqa Millî?!

Têkdana xwezaya navçeyên sînorîyên Herêma Kurdistanê û birrîna darên van navçeyan ku PKKê pêş niha bi «Herêmên Parastina Medya» didan nasandin, ev dema çend rojane bûye mijara herî gerim di sosyal medyaya Başûrê Kurdistanê de. Dîmenên qamyonên barkirî ji darên birrî, dîmenên qamyonên tijî mirovên kurd li ser dema rejîma Beis a jinav çûyî li bîra mirov tîne dema li navçeyên cuda yên Kurdistana Başûr ber bi biyabanên «Erer û Nugret Selman» li başûrê Îraqê dibirin daku wan bi saxî bikin di qebran de, ev dîmene dilê her kurdekî dişewtîne, her kurdekî hinekê mejîkê wî hebe wê bi van dîmena pirr hêrs bibe. Lê gelo çima ev yek bi serê başûr hat?! Çima Tirkiye niha weke beşek ji axa xwe li van navçeyan dinêre û çima “Lehengên Mîtolojîk” yên ku bi paradîgmaya Apo tev digerin ne xweyane?! Ji xwe ne carekî bi hezaran caran gotiye emê başûr li Tirkiyê bikin Vietnam! Van “Lehengên” sexte ne bi tenê başûr ji dujmin re nekir Vietnam belku wexte başûr jî li ser şênîyeke ji zêr dirustkirî pêşkêşî dewleta tirk bikin û soza serokê wan di îmraliyê de bi dewletê day anku «karkirin ji boy Mîsaqa millî» bicî tînin.

Herêmên dar lê tên birrîn ev dema 30 salane di destê PKKê de

Pêş çend rojan piştî ku hin berpirsên Başûrê Kurdistanê bas li birîn û Talan kirina darên navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê kirî û ragihandî dewleta Tirk Xwezaya Başûr têk dide û darên temana wan digihîje 100 salan jî dibirre û dişîne Tirkiyê û li bazaran difroşe û piştre yek ji parlamenterên Başûrê Kurdistanê hinek wêneyên van dîmenan di hesaba xwe ya Facebookê de parvekirî, ji nû partîya Karkerên Kurdistanê bas li vê mijarê kir, ji nû hemû medyaya xwe bi taybetî sosyal medyaya xwe li Başûrê Kurdistanê li dijî Hikûmet û Parleman û PDKê seferber kirin û wusa da xweya kirin ku ev yek bi erêkirina hikûmet û PDKê tê kirin û bi dewleta Tirkiyê re lihev kiriye van dara bibirrin û bibin Tirkiyê, lê rastî tiştek dine, ev navçe 30 salin di bin desthilata hikûmeta Herêma Kurdistanê de nebûne, 30 salin PKKê nehiştiye yek pêşmerge, yek şênî û yek kesî başûr bikeve wan navçeyan, PKKê ne bi tenê ew navçe dagîr kiribûn, belku navên wan navçeyan jî guherîn û navê wan navçeyan bi «navçeyên parastina medya» û «navçeyên azadkirî» diyar kirin! Ti kurdekî jî ji PKKê re nego, gelo ev navçe we ji kê rizgar kirîne?! Ev navçe beşek in ji axa başûr û divê li jêr desthilata hikûmetê de be û şêniyên wan navçeyan bikarin li wir bişoxlin û rez û bîstanên xwe şîn bikin.

PKKê niha hemû girseya xwe seferber kirîye û dixwaze wisa nîşan bide ku “Enfala Xwezaya Kurdistanê” ji lawaziya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye!

Tişta ji hemûyan ecêbtir eve ku PKKe ji bilî ku kariye hin navçeyên Başûrê Kurdistanê dagîr bike û hin navçeyên din jî bide dest dewleta Tirkiyê bi medyaya xwe kariye mejîkê hin kurdên başûr jî dagîr bike û weke ew dixwaze wan araste bike! PKKe bi medyaya xwe niha dikare her derewekê bi rastî û her rastîyekê jî bi derew bi gelê başûr bide nîşandan, ji bext reşiya kurdan jî ew medyaya başûr jî ku ne di bin bandora PKKê dabû niha ketiye jêr bandora PKKê û tişta ku PKKe dixwaze rewac dike, ev yek çi bi zanîn be çi b nezanîn lê rastîyeke pirr tehle! PKKê niha hemû girseya xwe seferber kiriye û dixwaze wusa nîşan bide ku «Enfala Xwezaya Kurdistanê» ji lawaziya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye! Di demekî de ku ti ciyek ji van ciyên dar lê tên birrîn ne di bin desthilata Hikûmeta başûr de bûne! Yên xwediyên van navçeyan baş fêm dikin û ev yek bi çavê serê xwe dîtiye, bi taybetî yên ku li nêzî «herêmên parastina medya» dijîn vê yekê baş dizanin, gelo çima dema şêniyên gundên sînorî ji boy sexbêrkirina rezên xwe diçûn wan navçeyan PKKê astengî ji boy wan çêdikirin?! Çima dema li zivistanê gundiyan dixwest daran bibrrin PKKê rê nedida û digo; «wê xwezaya Kurdistanê têk biçe, em rê nadin hûn daran bibrrin!, Çima Hikûmeta Herêmê gazê bi we nade» û hwd….  Lê Tirkiye ev dema salekî ye daran dibirre û dibe bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, lê dengê PKKê tine bû heya ku berpirsên başûr ev mijar bas kirî. Gelo bera vê yekê PKKe li ku bû? Ji xwe PKKê digo em serferaz bûne û me leşkirên Tirkiyê şikandiye û me nehiştiye yek metir pêşde werin!

Destveberdana axa Başûrê Kurdistanê û birrîna darên wê bi leyistokên PKKê nayên veşartin

Destveberdana axa Başûrê Kurdistanê û birrîna darên wê bi leyistokên PKKê nayên veşartin, yên ku hinekê mejîkê wan hebejî bi leyistokên wê yên siyasî weke şandina parlamenterekî HDPê ji boy van navçeyan û wêne kişandina wî ku rêgirîyê li leşkerên tirk dike nayê xapandin. PKKe roj naçe ku nebêje; «Me Leşkirê Tirkiyê Têk Şikandiye, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê Her Derî ji dujmin Re kiriye Dojeh, Emê Başûr Ji Tirkiyê re bikin Vietnam!», lê berevajî ne bi tenê PKKe nikariye leşkirê Tirkiyê têk bişkîne belku ev navçe hemû radestî Tirkiyê kirîne û li şûna li ser sînor şerê Tirkiyê bike hatiye û şerê xwe aniye di dergehên bajarên Başûr de.

Rêgirîkirin li birrîna darên Kurdistanê ne karê parlamenterekî HDPê ye, ev karê wan kesane ku roj heya êvarê bas li lehengî û serferaziyê dikin lê ew bi xwe di şikeftên tarî de rihet razane û ciwanên kurd ber bi mirinê pal didin, rêgirîkirin li birîna darên başûr karê Cemîl Bayik, Murat Karaylan, Mistefa Karasû, Duran Kalkan, Besê Hozat û rêveberên din yên PKKê ye ku ji bilî axaftinên ji xwe mezintir, ji bilî dirustkirina kaosê û paldana ciwanên kurd ji boy mirinê ti karek din nizanin û di şikeftên asê yên Kurdistanê de buhistek ji xwe re çêkiriye.

Ti “Partîyeke Kurdî” weke PKKê nikare bi peyva bilîze û kurdan bixapîne, di demekî de ku li her derê şikestiye, her der teslîmî Tirkiyê kiriye û paşdevekişyaye, lê di medyaya xwe de kariye xwe bi serfiraz bide nîşandan û kariye vê yekê jî bi kurdan bi giştî û alîgirên xwe yên ji başûr bi taybetî bide qebûl kirin!

Çima PKKê mayîn li jêr qamyonên barkirina daran ne çandin, weke çewa li ser rêya Pêşmergehan di çandin?

Divê her kurdek van pirsan ji xwe bike û bi wijdan berisva xwe bide! Gelo PKKeya ku dikare li ser rêya di nêvbera Şêladzê û Duhokê de mayînan ji boy leşkerên Tirkiyê dane, PKKeya ku dikare li navçeyên sînorî mayînan li ber wilatî û hêzên leşkirî yên Tirkiyê dane, çima ji boy carak bi tenê jî nikarî mayînekê li ser rêya qamyonên barkirî ji darên Kurdistanê dane?! Gelo PKKeya ku dikare li Başûr bi serbestî êrîşî leşkerên Tirkiyê bike, bi serbestî her wilatîyekê Başûr bigre û birevîne çiya, qey nikare ajovanên van qamyonan jî bigre û wan birevîne çiya, daku kes curet neke vî karî bike?! PKKeya ku li Bakur hemû karsaz û bazirganên kurd xesandîne û tehdîdên kuştinê li wan kirîne ger bacê nedin partiyê wê ew werin kuştin, qey nikare ajovan û xwediyên vê şirketa daran dibirre jî tehdîd bike daku vî karî nekin?! Bi rastî çima PKKe dikare her kurdekî belengaz tehdîd bike û astengan ji her karsaz û bazirganek kurd re dirust bike lê nikare astengan ji vê şirketa Tirkiyê re dirust bike?! Bi kurtasî yê ku hinekê mejîkê wî hebe ew bi xwe dikare bi hêsanî berisva xwe bide.

General Murat ji kerema xwe ji bo me careke din bi înfografîkê zelal bike, çima gerîlayên azadiya Kurdistanê rê li ber talan kirina xwezaya başûr nagirin

Li dawiyê em bang li «General Murat Karaylan» dikîn ji kerema xwe bila kerem bike û çewa bera niha bi înfografîkê li ser nexşeyê şîroveya şer dikir û ew cihe nîşan didan ku bi gotina wî «Gerîlayên Azadiya Kurdistanê” li wirr şer dikin û rê li leşkirê tirk digirin, bila wisa jî bi înfografîkê û li ser nexşeyê, ji gelê kurd re zelal bike ev darane li kîjan navçeyê tên birîn û çima heya niha PKKê ti êrîşek nekiriye ser şirketa birrîna daran û çima ewqas bi hêsanî xwezaya kurdistanê tê talankirin û enfalkirin.

Em li benda berisva «General» Murad Karaylan dimînin.

Pustên heman beş