Li demeke ku Tirkiye li benda turîstên rûsî bû, hat ragihandin ku Rûsyayê qedexeya seferên asmanî bo geştiyarên biçin Tirkiyê heta 21ê Hezîranê dirêj kir.
Rûsyayê beriya niha jî seferên bo Tirkiyê ji 12ê Nîsanê heta 1ê Hezîranê qedexe kiribû.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan doh 31ê Gulanê qonaxa asayîbûna bi qedeme ya rûbirûbûna vîrusa koronayê ragihandibû û dawîbûna qedexeyên bo koronayê eşkere kiribû.
Şandeke serokomariya Tirkiyê hefteya borî ji bo hatina turîstan bo Tirkiyê serdana Rûsyayê kiribû, lê li gorî biryara Rûsyayê diyare ku hîn Rûsyayê biryar nedaye geştiyarên xwe bişîne Tirkiyê.