Ji ber ku ji Bahçelî, Serokê MHPyê re gotiye «Xurifî» 5 hezar û 300 lîre cezayê pereyan li bikarhênerekî medyaya civakî birîne.
Ji ber hin gotinên wî yên derbarê Devlet Bahçelî, Serokê Partiya Tevgera Netewperes (MHP) de bikarhênerekî Facebookê hatiye dadgehkirin. Dadgehê biryara derbarê wî kesî de daye.
Dadgeha Asliye Cezayê ya Enqereyê biryar daye ku 5 hezar û 300 lîreyê Tirkan ceza li bikarhênerî bibire.
Gotibû ku wî bibin “Mala kal û pîran”.
“Vî êdî bibin mala kal û pîran, têra xwe xurifî ye”
Rojnameya Sozcuyê daxuyaniyeke Bahçeliyî weşandibû û li ser hesabê xwe yê Facebookê parve kiribû. Bikarhênerê medyaya civakî li bin wê parvekirinê wiha nivîsîbû:
«Vî êdî bibin mala kal û pîran, têra xwe xurifî ye, hingî zîviriye hiş di sera de nemaye».