Supayê pasdarên rejîma îslamî ya Îranê li bajarê “Seqiz” yê Rojhilatê Kurdistanê caş û kirêgiritîyên xwe kom kirine û ferman bi wan kiriye ku divê hem di hilbijartinan de beşdar bibin û hem jî divê yên ku çek daniye carek din çek hilgirin.
Li 1/6/2021an, saet 9:30 sibê, supayê pasdarên Îranê li “Zaîrseray Xameneyî” li kêleka Biryargeha “Hezele” li bajarê Seqiz, Caş û Pasdar û Besîc û kirêgiritîyên xwe kom kirîne û ew hişyar kirine ku divê di hilbijartinan de beşdar bibin û deng bi wan kesan bidin yên ku Xameneyî û berpirsên supayê pasdaran wan qebûl dikin.
Rejîmê di vê civînê de caş û kirêgiritîyên xwe derbara aloz bûna navçeyên Kurdistanê haydar kirine û bi wan ragihandiye, li himber çalakiyên pêşmergeyên rojhilat de, divê hertim amade bin.
Hevdem rejîma Îranê tev caş û pasdarên xanenişîn kirî û yên ku hin salan pêş niha wan bi xwe ew derkirine, li dijî pêşmergeyên Kurdistanê bang kirine.
Rejîma Îranê ew haydar kirine ku divê ew amadeyê şer bin û caşên ku pêş niha wan bi xwe ji caştiyê derkirine carek din werin nav rêzên supayê pasdaran û di vê qonaxa hesas de rejîmê bi tenê nehêlin û beşdarî şerê dijî pêşmergeyên Kurdistanê bibin.