Çekdarên PKKê yên êrîşa pêşmergehan kirî, hatin kuştin

Çekdarên PKKê yên êrîşa pêşmergehan kirî, hatin kuştin

Çekdarên rêxistina PKKê yên ku îro bi terzê terora DAIŞê êrîşî hêzeke pêşmergehan kirî, hatin kuştin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja şemî 5/6/2021an, çekdarên rêxistina PKKê li çiyayê Metînayê êrîşa pêşmergehan kir, di êrîşê de, 5 pêşmerge şehîd û 6ên din jî birîndar ketin.

Paş êrîşê, hêza pêşmerge di hewla berevanî kirinê de, ew 3 çekdarên PKKê yên ku roket li pêşmerge xistî, kuştin.

Hêjayî gotinê ye, rêxistina PKKê bi roketa bi navê Korrnêt ya dije tank, êrîşa pêşmergehan kirbû, ev roket Amerîkayê bi hêzên Sûryaya demokratîk HSDê dane ji boy ku li terorîstên DAIŞê bixin, lê belê PKKe îro wan roketan li dijî pêşmergeyên Başûrê welat bikar tîne.

Pustên heman beş