Serkirdeyê tevgera Rizgarî û Geşepêdan a Sunneyên Îraqê li derbara PKKê dbêje: pêwîst bû ev rêxistin li gel rêxistna mucahîdî xelq hatba derxistin.
Esîl nucêfê tevlî bernameyeka kenala Dîcleyê a îraqî bû û li derbara êrîşa PKKê a li ser Pêşmergehan ku duh li çiyayê Metîna pêkhatibû, daxuyanî da.
Nucêfî tevî ku ev êrîşên PKKê bi terorîstî bi nav kirin go ku pêwîste hikûmeta Îraqê helwesteke zelal nîşan bide, pêwîste îfşa bike heger wê pîlaneke jêr bi jêr li gel dewleta Tirkiyê ji bo dagîrkerîya li Başûrê Kurdistanê heye yan na.
Nucêfî her wiha dibêje: pêwîste li vê demê aliyên siyasî yên Îraqî zextê li hikûmeta bikin ku PKKê ji Îraqê derxin, ji bo ku tu hinceteke ji boy Tirkiyê nemîne ku van êrîşan pêk bîne.
Li dawîya axaftina xwe Nucêfî got: Pêwîst bû hikûmeta Îraqê çekdarên PKKê li gel çekdarên rêxistina Mucahîdî Xeliq ji Îraqê derxistiban.