Amerîka piştigrîya xwe ji boy Başûrê Kurdistanê tekez dike

Amerîka piştigrîya xwe ji boy Başûrê Kurdistanê tekez dike

Balyozxaneya Amerîka li Iraqê di daxuyaniyekê de êrîşa çekdarên PKKê li ser Pêşmerge bi tundî şermezar kir û bi “êrîşeke hovene” bi nav kir.

Di daxuyaniya Balyozxaneya Amerîka li Iraqê de hat: Bi tundtirîn şêwe êrişên hovane yên PKKê li ser hevalbendên me yên qehreman di Pêşmerge de şermezar dikin.

Balyozxaneya Amerîka hevxemiya xwe jî bo malbatên şehîd û birîndarên wê êrişê nîşan da.

Balyozxaneya Amerîka piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê diyar dike û dibêje: Em bi dostên xwe yên li Herêma Kurdistanê re radiwestin û em tekeziyê li ser pabendbûna xwe ya karên hevbeş dikin, ji bo bicîhanîna ewlehiyê li herêmê.

Pustên heman beş