Bûbê Eser
PKK ji bona kuştina kurdan, wêrankirina kurdistanê valakirina gund û bajarên Kurdistanê hatiye damezrandin.
Ji bona kurd li vê cîhanê û li ser erda xwe tiştekî bi dest neke, hatiye damezrandin.
Armanc û hedefa PKK diyar e. Lê çi mixabin hin kurd hê jî ev fêm nekirine, hin jî ji ber berjewendiyên şexsî naxwazin vê fêm jî bikin.
Heta ku ev îmkan ji PKK re hebe wê her kurdan bikuje. Kuştina kurdan ji bona PKK serbilindî û cihê şanaziyê ye.
Heta ku PKK di xwîna xwe de neyê fetisandin, wê her van kiryarên xwe ê qirêj yên ji bona tunekirina kurdan berdewam bikin.
Divê gelê kurd li hember PKKê bibe xwedî helwest yana ew ê her karê xwe bidomînin lê êdî divê em jî karê xwe bikin.
Ez serê xwe li ber hemî tekoşîna pêşmergeyên cangorî ditewînim.