Mesut Xalid Gulî
Bakurê Kurdistanê berfirehtire ji başûrê Kurdistanê.
Gund û bajarên wê pêtir in.
Xelkê wê zêdetir in.
Çiyayên wê bilindtir û gelîyên wê kûrtir in.
A ji aliyê Tirkên faşîst ve dagîrkirî ye û sitemeka zor li gelê wê tê kirin.
Ziman û cil û kultûr û hêmayên kurdî lê yasax in.
Bakurê Kurdistanê pêdivî bizaveke rizgarîxwaz e, ew ji ber bindestîyê dinale.
PKK tu çi dixwazî?
Serkirdên te cihê gumanê ne û ti carekî nûnerîya kurdan nekirine.
Bername û siloganên te vala ne û xizmeta gelê kurd nakin.
Kirdar û biryarên te di berjewenda neyar û dagîrkeran da ne.
Ta niha te zêdey 100,000 xortên kurd dayne kuštin, lê hêj te buhostek ji axa xwe ya dagîrkirî rizgar nekirî ye.
Tu bûye sedema xerakirina hizaran gundên Bakur, lê te xanîyek bi tenê jî ava nekirî ye.
Tu bi vê jî têr nebûy, te cihên giringên rojava û bašûrê kurdistanê jî kirine di destên Tirkan da.
Te Kurdistan wêran kir, ma zêdetir tu çi dixwazî?
Hindî me birayên wekî te hebin, ma me dijmin bo çi ne?