Koronayê damezrênerê Sipayê Pasdaran kuşt

Elî Ekber Muhteşimî oldar û kesatiyê Îranê ku bi yêk ji damezrênerên Sipayê Pasdaran tê hesab kirin, bi vîrosa Koronayê can da.
Li gorî ajansa Irna a Îranê, Elî Ekber Muhteşimî temen 74 sal, paş pêketina wî bi vîrosa Koronayê, li yêk ji nexweşxaneyê, Tehranê canê xwe ji dest daye.
Muhteşimî hevrê yê Aytetulla Xumeynî rêberê şorişa Îranê bû, rola sereke di damezrandina Sipayê Pasdaran û Hizbulla a Libnanê de hebû, destekê xwe di teqînekê de ji dest dabû û Îran dibêje: Îsraîlê ew teqîn çêkirbû.
Li gorî raporên Israîlê, Muhteşimî roleke aktîv di çêkirina girûp û mîlîsên Şîe yên tundrew li Rojhilata Navîn de hebû.