Hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo çareseriyekê ji rewşa Kampa penaberan a Mexmûrê bibînin ku bi sedema hebûna PKKê Tirkiye êrîşan dike, di nav danûstandinê de ne.
Bexdayê ji bo çarenivîsa kampa Mexmûrê biryar da di civîneke taybet de rewşa kampê li gel NYê gotûbêj bike.
Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî bi Wezareta Navxwe û Lijneya Karûbarên Penaberan a Parlamentoya Iraqê re li ser mijarê civiya ku babeta sereke rewşa kampa penaberan a Mexmûrê bû.
Di civînê de biryar hat dayîn civîneke bilez derbarê kampa Mexmûrê de ligel aliyên peywendîdar û Nûnera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) bê sazkirin.
Hat diyarkirin ku wê di civînê de ji bo dîtina çareseriyeke guncaw ji bo çawaniya serederiya ligel dosyeya mirovî ya kampa Mexmûrê û rewşa emnî û xizmetguzariyên rûniştvanên kampê gotûbêj bê kirin.