Ewropayê 12 roj ji bo berdana Demîrtaş dan Tirkiyê

Ewropayê 12 roj ji bo berdana Demîrtaş dan Tirkiyê

Komisyona Yekêtîya Ewropayê li derbara dosîya berdana Selahetîn Demîrtaş, hevserokê berê yê HDPê dem ji boy dewleta Tirkiyê dest nîşan kir.

Benan Molu, parêzera Demîrtaş li hesaba xwe a twitter ê gotîye:  komisyona Ewropayê heta 22ê xizîranê ango 12 rojên din dem ji boy Tirkiyê dest nîşan kirîye ku nexşerêyekê ji bo xurtkirina serxwebûna dadwerîyê li Tirkiyê û berdana Demîrtaş amade bike.

Her wiha gotîye: komisyona wezîran a Ewropayê her wiha hişyarî daye Tirkiyê ku eger di vê demê de, daxwazîya wan li ber çav neyê girtin, ewê neçar bin mekanîzma sizakirinê li dijî Tirkiyê bi kar bînin.

Komîteya wezîran a konseya Ewropayê herwiha dest nîşan kirîye, ji bo serxwebûna komîteya dadwer û dozgeran, pêwîste Tirkiye guhertinên qanûnî ên pêwîst bike.

Pustên heman beş