Cerdevanek li navçeya Berwarîya hat kuştin

Cerdevanek li navçeya Berwarîya hat kuştin

Di encama şerê di navbera PKK û artêşa Tirkiyê yê li navçeya Berwarî ya ser bi parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê de, cerdevanek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li gor daxuyaniya Parêzgarê Sêrtê, gerîlayên PKKê bi çekên lûle dirêj êrîşî baregeha Degirmentaşi ya li gundê Dogan ku kirin di bin berpirsiyariya Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Berwariyê de ye.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, encama şer û pevçûnan de li wê herêmê, cerdevanê bi navê Mehmet Babat hat kuştin û cerdevanê bi navê Siddik Bulut jî birîndar bû.

Pustên heman beş