Sedat Peker, serokê mafia ya Tirkiyê ku ev demeke bi milyonan însan li vîdyoyên wî li ser pêgeha yotobê di nêrin û hundirê Tirkiyê wek volkanê teqandîye û tev esrarên dewletê îfşa kirine, di dawî vîdyoya xwe da, bas li Ebdulla Ocalan serok û rêberê rêxistna PKKê dike.
Sedat Peker ku niha revyaye dewleta Îmarata Erebî, rojane vîdeoyekê belav dike û têda esrarên dewletê îfşa dike, Teyîb Erdogan jî neçar ma derkeve medyayê û berisva Sedat bide.
Di videoya xwe ya dawiyê de, Sedat Peker wisa bas li Ocalan dike û dibêje:
“Dema Ebdulla Ocalan hatîye girtin eqlê min ji serê min derket, li hemû cihên dinyayê mirovan xwe ji bo wî dişewitand, ez bi xwe nikarim xwe bi şewitînim lê dikarim xwe bi çekî bikujim, ne wilahî ez nikarim xwe bi şewitînim, yaw mirovan xwe qirqişand xwe di şewitand, dema mirov temaşe dike nava mirovî dixele, mirov dibêje ev şolekê çewa ye”.
Herwiha got: “Apo cahile weke (Ustad Necîb Fazil) qala wî dike, cahil wate kûr ango texa herî jêr, dilsozên wî xwe ji bo wî dişewitînin ew jî (Apo) diçe ji bo yên lêkolînê di gel de dikin melaqîyan dike ji bo ku nehête qutan, we li vîdyoyên wî (Apo) nêrîne ew bi çi awayî wek zarokên medresa seretayî ji bo ku wî nequtin, xwe ji bo dewletê şirîn dike û melaqîyan dike”.