Serokê Kompanya Lêkolînan a Avrasyayê Kemal Ozkîraz li ser hesabê xwe yê medya civakî daneyên rapirsiya xwe ya herî dawî di bernameyeke weşana zindî de eşkere kirin.
Li gor Ozkîraz, rêjeya kesên bêbiryar û yên dibêjin deng nadin balê dikşîne. Li gor anketê, di belavkirina rêjeyî de AKP û MHP ji sedî 42,5ê dengan bi dest dixin.
Ozkiraz dibêje: Li gor daneyên xam ên anketa me ya dawî, ÎYÎ Partî û Partiya DEVA pêş dikevin. Ev yek jî pêşan dide ku desthilata rastgir gelekî bilez ber bi ketinê ve diçe.