Waliyê Tirkiyê yê DAIŞê tê desteser kirin

Waliyê Tirkiyê yê DAIŞê tê desteser kirin

Tirkiyê ragihand, Berpirsê Wilayeta Tirkiyê yê DAIŞê, “Kasim Guler” di operasyoneke Saziya Istixbarata Niştimanî ya wî welatî MÎTê de hatiye girtin.

Ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê ragihand, Berpirsê Wilayeta Tirkiyê yê DAIŞê “Kasim Guler” bi navê kod “Ebu Usame el Turkî” di nav axa Sûriyê de ji aliyê MÎTê ve hatiye desteserkirin û piştre bo Tirkiyê hatiye veguhastin.

Li gor heman ajansê, navê wî berpirsê DAIŞê di kategoriya sor a lîsteya terorê ya Tirkiyê de bûye.

Ajansa fermî ya Tirkiyê ragihandiye, li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê, Ebu Usame el Turkî plan dikir ku bi şêweyeke neqanûnê ji Sûriyê bi çek û teqemeniyan derbasî Tirkiyê bibe û çalakiyên metirsîdar pêk bîne.

Kasim Guler anku Ebu Usame el Turkî di navbera salên 2008 heta 2010 de çûye Efxanistan û Pakistanê û di 2014an de tevlî refên DAIŞê bûye.

Li gor agahiyên ji AAyê, Kasim Guler ji bilî ku Berpirsê Wilayeta Tirkiyê ya DAIŞê bûye, di heman demê de berpirsê darayî yê wê rêxistinê li Rûsya, Ewropa û Tirkiyê jî bûye.

Pustên heman beş