Dewleta Îraqê tevgerên xwe ên li dijî dagîrkerîya Tirkiyê a li ser Başûrê Kurdistanê dest pê kirine û ragihand, kenalên dîplomasî hatine kara kirin.
Lîwa Yehya Resûl fermandarê giştî ê hêzên çekdarên Îraqê, îro roja sêşemî 15/6/2021an, ji bo ajansa fermî a dewletê li derbara dagîrkerîya Tirkiyê a li ser Başûrê Kurdistanê axivî ye.
Yehya Resûl gotîye: tevgerên me di kenalên dîblomasî re bi rêya wezareta karên derve ji boy rêgirtinê li êrîşên berdewam ên Tirkiyê li ser xaka Îraqê dest pê kirine.
Her wiha dest nîşan kir, ew bi tu awayî rê nadin, xaka Îraqê weke qada terorê li dijî dewletên cîran were bi kar anîn, divê Tirkiyê jî rêzê li serwerîya Îraqê bigre.