Penabereka Kurd a Rojhilata Kurdistanê di rêya derbasbûna ji bo Yewnanistanê de bi sedema celta dilî canê xwe ji dest da.
Rêxistina Hengaw a mafên mirovan a Rojhilata Kurdistanê eşkere kir, penabereka bajarê Serdeştê bi navê Mêhrî Nebîzade ku temen 27 salî ye, li dema çûyina ji bo Yewnanistanê bi sedema dûrîya rê û mandîbûna wê, nexweş ket û piştre û bi sedema celtê canê xwe ji dest da.
Mêhrî Nebîzade li gel hevjîn û dû keçên xwe bi rêya sînorê Tirkiyê ber bi Yewnanistanê bi rê ketibûn, duh roja dûşemî 14/6/2021an, celtê lêdaye û canê xwe ji dest daye.
Li gorî amarên rêxistina Hengawê, di 6 mehên rabûrî de, 11 penaberên Rojhilata Kurdistanê di rêya Yewnanistanê de, canê xwe ji dest dane, 9 jê yên Serdeştê bûn.