Di operasyona ‘Sedat Peker’ de 25 kes hatin girtin

Li çar bajarên Tirkiyê li dijî grûba mafyayê ya Sedat Peker ku ev demek e mikurhatin û îfşaatên xwe û deshilatdarên Tirkiyê belav dike, operasyonek hat kirin.

Hat ragihandin ku hêzên ewlekariyê, navenda wê li Afyonê, dijî endam û alîgirên grûba mafyayê ya Sedat Peker li 4 bajaran operasyon dane destpêkirin û di encamê de 25 kes hatine girtin.

Li gor medya Tirk di lêgerînên navnîşanên kesên desteserkirî de madeyên hişbir, kelemçe, beşek zêde ya çekan, nasnameyeke sexte ya polîsan û hinek pere hatine dîtin.

Ji wan bergumanan 2 kes bi tawanên birîndarkrina bi qest, gef lê xwarin û şantajê hatine girtin. Dosyeya 5 ji wan gumanbaran bi dozek din ve hatiye girêdan û ji bo parêzgeha Bursa hatiye şandin û kesên din jî bi mercê kontrola dadî hatine berdan.

Pustên heman beş