Dayikekê keça xwe ya 2 salî kuşt

Dayikekê keça xwe ya 2 salî kuşt

Jinekê li bajarê Tekîrdagê yê Tirkiyê ku li ser berdanê bû, keça xwe ya dû salî birîndar kir, bi sedema dijwarîya birînê, zarokê can da.

Li navçeya Çorlûyê jinekê bi navê Ummuhan Dûmanlioglû keça xwe ya 2 salî kuşt. 

Hat hînbûn ku Ummuhan Dûmanlioglû (31) ya bi hevjînê xwe re li ber berdanê bûnê, di 15’ê hezîranê de li navçeya Çorlûya Tekîrdagê keça xwe A.D. ya 2 salî birîndar kir. Li ser îxbara kesên ku bûyer dîtin, tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û A.D. ewilî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çorlûyê, ji vir jî rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Trakyayê ya Edîrneyê. 

A.D. ya li beşa lênêrîna awarte tedawî didît, îro jiyana xwe ji dest da. Ummuhan Dûmanlioglû ya piştî bûyerê hat binçavkirin, piştî kirariyên miduriyeta polîsan, sewqî edliyeyê hat kirin û dadgehê Dûmanlioglû ji sûcê “bi zanebûn kuştinê” girt û şand girtîgehê. 

Pustên heman beş